Kongra Star: Parastina Kobanê rênedayîna vemirandina ronahiya azadiyê ye

Koordînasyona Kongra Star, bi mebesta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi bîr xist ku Kobanê bi vîna hevpar a gelan hatiye azadkirin, rênedayîna vemirandina ronahiya azadiyê ye û hişyariya “Îro jî bi gefên tarî re rûbirû ye” kir.

Navenda Nûçeyan- Kongra Star, bi mebesta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di destpêka daxuyaniya Kongra Star de hat gotin ku “Di kesayetiya Şehîd Arîn Mîrkan de, em hemû şehîdên ku Kobanê veguherandin sefereke berxwedanê ya li dijî tarîtiya DAIŞ’ê û ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin” û hat ragihandin îradeya ku wan ji bo azadiyê raber kiriye, ne tenê bûye mîrateya berxwedanê ya Kobanê, belkî li bîra hevpar a mirovahiyê jî hatiye qeydkirin.

‘Kobanê bû yek ji sembolên têkçûna  DAIŞ’ê’

Kongra Star destnîşan kir ku bîranîna wan, di heman demê de hilgirtina berpirsyariya jiyandina nirxên ku wan parastine, hêviya azadiyê û rûmeta mirovahiyê ye. Kongra Star diyar kir ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, ne rojeke bîranînê ya asayî ya di salnameyê de ye û wiha domand: “Ev dîrok, navê destana berxwedanê ye ku gelê li dijî êrîşên tarî yên DAIŞ’ê yên sala 2014’an serî li ber netewandiye, li wijdanê hevpar ê mirovahiyê nivîsandiye. Kobanê bi mehan hate dorpêçkirin, rastî êrîşên giran hat; lê belê teslîm nebû. Bi fedakariya Arîn Mîrkanan, bi îradeya ji pola a berxwedêran û bi piştevaniya ku ji çar aliyên cîhanê bilind bû, êrîşên DAIŞ’ê hatin şikandin. Kobanê bû yek ji sembolên têkçûna  DAIŞ’ê, bû cihekî dîrokî ku li hemberî tarîtiyê, hêviya azadiyê ji nû ve rabû ser piyan.”

Kongra Star da zanîn tiştên ku li Kobanê qewimîne, wateyek ji parastina bajarekî pir wêdetir girtiye ser xwe û wiha vegot: “Li wir ne tenê erdnîgariyek; hêviya gelan a bi rengekî wekhev, azad û bi rûmet jiyanê hate parastin. Kobanê nîşan da ku sînor nikarin êş, piştevanî û lêgerîna azadiyê ya gelan ji hev veqetînin. Ruhê piştevaniya enternasyonalîst ku sînorên fîzîkî derbas kir, derket holê. Mirovên ji çar aliyên cîhanê, ji ziman, bawerî û erdnîgariyên cuda dengên xwe bi berxwedana Kobanê re kirin yek. Bi vî rengî Kobanê nîşanî hemû cîhanê da ku berxwedaneke herêmî dikare veguhere nirxeke gerdûnî ya mirovahiyê.”

Hişyariya ‘Kobanê îro jî rastî gefên cidî re rûbirû dimîne’

Kongra Star destnîşan kir ku îro wateya dîrokî û mîrateya azadiyê ya ku Kobanê hildigre, ji nû ve rastî gefên cidî tê û wiha pê de çû: “Rêziknameyên siyasî û îdarî yên ku derbarê paşeroja Kobanê de tên rojevê, nikarin tenê wekî pirsgirêka statuyeke îdarî werin girtin. Ji ber ku Kobanê xwedî wateyeke dîrokî û civakî ye ku ew qas mezin e û bi sînorên li ser nexşeyê hatine xêzkirin, bi biryarên îdarî yan jî bi hesabên siyasî nayê şirovekirin. Kobanê cihê îrade, nasname, bîr û lêgerîna azadiyê ya gelekî ye. Parastina Kobanê, ne tenê parastina bajarekî ye, parastina bîra dîrokî, îradeya civakî û wateya azadiyê ye ku ew temsîl dike. Dema ku nirxên ku rihê Kobanê ava dikin bên tinekirin, tiştê ku were windakirin ne tenê roja îro ya bajarekî, wê bibe perçeyeke girîng a bîra berxwedanê ya hevpar a mirovahiyê.”

‘Kobanê demekê bûbû pirsgirêka hevpar a hemû mirovahiyê, îro jî wisa ye’

Kongra Star diyar kir divê neyê jibîrkirin ku têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê ne tenê têkçûneke leşkerî bûye, di heman demê de serketina îradeyeke dîrokî bûye ku li hemberî feraseta tarî ya ku ew temsîl dike rawestiyaye. Kongra Star diyar kir ku ji ber vê yekê, Kobanê di warê feraseta DAIŞ’ê de wekî sembola têkçûneke dîrokî û hesabpirsînê di bîran de cîh digre û wiha domand: “Ev derbasbûn ferz dike ku fikarên derbarê ewlehî û paşeroja bajêr de bi cidiyet bên girtin. Li hemberî egera ji nû ve xurtbûna DAIŞ’ê û gefên ku êrîşên berê çêkirine, divê ewlehiya Kobanê bi ti awayî di nava nediyariyêde neyê hiştin.  Divê Kobanê nebe armanca êrîşên nû, lêgerînên tolhildanê û hesabpirsînan. Îro parastina Kobanê tê wateya mezinbûna ruhê piştevaniyê yê ku di sala 2014’an de derket holê. Hemû hêzên demokratîk, sosyalîst, enternasyonalîst, parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê û her kesê ku li dijî pergala tundî û zextê ya ku DAIŞ temsîl dike radibe, divê di mijara ewlehî, îradeya gel û paşeroja Kobanê de xwedî berpirsyarî bin. Çarenûsa Kobanê ne pirsgirêkek e ku tenê li ser milên kesên li wir dijîn bê  hiştin. Ji ber ku Kobanê demekê bûbû pirsgirêka hevpar a hemû mirovahiyê, îro jî wisa ye.”

‘Parastina Kobanê, rênedayîna vemirandina ronahiya azadiyê ye’

Kongra Star da zanîn ku xwedîderketina li Kobanê, xwedîderketina li îradeya azadiyê ya gelekî ye û wiha berdewam kir: “Xwedîderketina li Kobanê, xwedîderketina li piştevaniya ku sînoran derbas dike, biratiya gelan û rûmeta mirovahiyê ye. Parastina Kobanê, rênedayîna vemirandina ronahiya azadiyê ye ku li dijî tarîtiya DAIŞ’ê hatiye pêxistin. Rastiya ku 1’ê Mijdarê tîne bîra me ev e: Kobanê ne tenê destaneke berxwedanê ye ku di dema borî de hatiye nivîsandin. Ew berpirsyariyeke dîrokî ye ku divê bê parastin, jiyandin û ji bo paşerojê bê veguhestin. Hûn dikarin bedena bajarekî hilweşînin, kolanên wî xera bikin; lê belê hûn nikarin wateya wî bajêr a ku li bîra mirovahiyê hatiye qeydkirin jê bibin. Kobanê ji bajarekî zêdetir e. Kobanê bîrek e, îradeyek e, hêviya azadiyê ye. Kobanê navê wê yekê ye ku mirovahî dikare li dijî tarîtiyê bi hev re rabû ser piyan.

Kongra Star diyar kir ku bi vê hişmendî û berpirsyariyê, ew Roja Kobanê ya Cîhanê ya 1’ê Mijdarê silav dikin û wiha bidawî kir: “Di kesayetiya Şehîd Arîn Mîrkan de em hemû şehîdên Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînin û têkoşîna gelê Kobanê ya ji bo azadî, ewlehî û pêşerojeke bi rûmet silav dikin.”