SOHR: Ji destpêka salê ve zêdetirî 300 sivîl bûne hedefa bermahiyên şer

Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka salê ve 334 sivîl bi sedema teqîna bermahiyên şer bûne qurbanî. Pispor bang li rêxistinên navdewletî dikin ku ji bo parastina jiyana mirovan, gavên lezgîn bavêjin.

Navenda Nûçeyan – Dengên bermahiyên şer ji windakirina rasterast a mirovan wêdetir diçin, hestên bêhêvîtiyê kûrtir dikin û jiyana rojane, bi taybetî ji bo komên herî xeternak, wek zarok û karkerên çandiniyê ku bi berdewamî di xetereyê de ne, têk dibin.

Di demeke ku gelê Sûriyeyê hewl dide pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û aramiyê bi dest bixe de, zirara giran a şerê çekdarî ku di nav tevna jiyana rojane de hatiye hunandin, her ku diçe eşkere dibe. Bermahiyên şer ên ku li erdên çandiniyê û deverên niştecihbûnê hatine hiştin, gefek bêdeng li ser sivîlan çêdikin, siyek giran li ser ewlehiya civakan û hêviyên wan ên ji bo vejîna aborî û civakî ava dikin.

Ji destpêka salê ve 334 birîndarên nû

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR, bandora vê diyardeya zêdebûyî li ser nifûs û civakan belge dike. Ji destpêka vê salê ve, 334 birîndarên bi giraniyên cûda tomar kirine ku ji ber teqîna bermahiyên şer çêbûne.

Ev birîndarî ji seqetiyên mayînde heya birînên giran diguherin. Di nav de 204 mêr, 120 zarok û 10 jin hene. Ev jî, berfirehbûna gefê û bandora wê ya li ser komên temenî û çînên civakî yên cihêreng, bi zelalî nîşan dide.

Belavbûna hejmara birîndaran a li herêman

Çavdêriyê ragihand ku hejmara giştî ya birîndaran li van herêmên cûda belav bûye:

“Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê: Hejmara herî zêde li vir hatiye tomarkirin; bi tevahî 316 kes birîndar bûne (189 mêr, 114 zarok û 9 jin).

Rêveberiya Xweser: Bi tevahî 18 kes birîndar bûne (11 mêr, 6 zarok û jinek).”

Li gorî mehan rewşa bermahiyên şer

Ev hejmar ji destpêka salê ve mehane diguherin:

“Çile: Bi 17 birîndaran (6 mêr, 10 zarok û jinek) dest pê kir. 15 li herêmên hikûmeta demkî û 2 li herêmên Rêveberiya Xweser bûn.

Sibat: Hejmar gihîştiye 58’an (45 mêr û 13 zarok). 53 li hikûmeta demkî û 5 li Rêveberiya Xweser bûn.

Adar: 97 birîndar hatin tomarkirin ku ev herî zêde ye (64 mêr, 28 zarok û 2 jin). 94 li hikûmeta demkî û 3 li Rêveberiya Xweser bûn.

Nîsan: 51 sivîl birîndar bûn (25 zarok, 23 mêr û 3 jin). Sê kesên ku tirûf (kime) kom dikin jî di nav de bûn (47 li hikûmeta demkî, 4 li Rêveberiya Xweser).

Gulan: 53 bûyerên nû hatin tomarkirin (25 mêr, 25 zarok û 3 jin). 52 li hikûmeta demkî û 1 li Rêveberiya Xweser bûn.

Hezîran: 25 birîndarên nû hatin tomarkirin (17 mêr, 7 zarok û jinek). 22 li hikûmeta demkî û 3 li Rêveberiya Xweser bûn.

Tîrmeh: Navenda Çavdêriyê 33 birîndarên din belge kir (21 mêr û 12 zarok). Hemû li deverên di bin kontrola hikûmeta demkî de bûn.”

Banga lezgîn a ji bo rêxistinên navdewletî

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê careke din bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên pêwendîdar kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û vê karesata berdewam bi eşkerekirina nexşeyên bermahiyên şer sivik bikin. Ji ber ku herî zêde zarok û komên sivîl bedêla vê felaketa giran didin.