SOHR: Di navbera 2024-2025’an de herî kêm 1405 kes hatin qetilkirin
SOHR’ê diyar kir ku di navbera Kanûna 2024’an û Sibata 2026’an de herî kêm hezar û 405 kesan li herêmên cuda yên Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û balkişand ser metirsiyên berdewam ên li ser sivîlan û nebûna mekanîzmayên hesabdayînê yên bibandor.
Navenda Nûçeyan- Daneyên belgekirî yên kuştina bi sedan sivîlan li bajarên cûda yên Sûriyeyê, di qadek ku hedefgirtinên xwe dispêre nasnameyê û nebûna ewlehiyî û înfazên bê daraz didome de, îşaret bi fikara zêdebûna bûyerên tundiyê dike.
Li gorî belgeyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera Kanûna 2024’an û Sibata 2026’an de jin jî di nav de herî kêm 1405 kes, li herêmên cûda yên Sûriyeyê mirine. Belavbûna erdnîgarî ya bûyeran nîşan dide ku bûyer li bajarên peravên Sûriyeyê, ji bilî Hums, Hema û Lazqiyeyê, gelek zêde bûne û hejmarên cûda li Şam, Gundewarê Şamê, Suweyda û Tartûsê hatine tomarkirin.
SOHR’ê da zanîn ku ev nîşane xetereyên berdewam ên tundiya tolhildanê û zehmetiyên parastina sivîlan nîşan didin û got “Ev yek jî pêwîstî bi xurtkirina tedbîrên hesabpirsîn û garantiyên li dijî bêcezatiyê û her wiha girtina tedbîrên bibandor ji bo parastina nifûsa sivîl li gorî standardên navneteweyî heye.”
Di 2024’an de 160 kes hatin kuştin
SOHR ‘ê diyar kir ku di Kanûna 2024’an de 160 kes hatine kuştin û ev agahî dan: “Li Humsê 41 kes, ji wan 35 ji ber baweriyan, li Hemayê 52 kes, ji wan 47 ji ber baweriyan, li Lazqiye 19 kes, li Tartûsê 8 kes, ji wan 5 ji ber baweriyan, li Helebê 16 kes, li gundewarê Şamê 8 kes, li Şamê 5, li Derayê 5, li Dêrezorê 2, li Suweyda 3 kes û li Îdlibê jî kesek, hatin kuştin.” Dane nîşan dide ku tundiya zêde di sala 2025’an de berdewam kiriye. 1.196 kesên hatine kuştin hatin tomarkirin. Di nav vana de jin, zarok û mêr hene û hemû jî ji ber baweriyên xwe hatine qetilkirin.
Encamên destpêka 2026’an
Di destpêka sala 2026’an de 22 kes hatine kuştin, di nav wan de 20 mêr, jin û zarokek hebûn. Ev bûyer li seranserê bajarên Hums, Gundewarê Şamê, Hema, Lazqiye û Şamê pêk hatin. Di meha Sibatê de 23 kes hatin qetilkirin, ji vana 4 jin û 19 mêr bûn. Bûyer li Şam, Lazqiye, Hums, Siwêda û Tartûsê pêk hatin.
SOHR’ê da zanîn ku ev dane fikarên derbarê parastina sivîlan û avakirina serweriya qanûnê de li Sûriyeyê nîşan dide. Her wiha hate diyarkirin ku pêwîst e tedbîrên lezgîn ên parastina sivîlan bê girtin û kesên berpirsên van kiryaran. li gorî qanûnên navneteweyî hesab bidin. Her wiha SOHR’ê banga kêmkirina tunoiyê û pêkanîna edaletê li civaka navneteweyî kir.
SOHR da zanîn ku ev komkujiyên ku li herêma peravê, Suweyda, û herêmên ku piraniya wan Durzî ne li gundewarê Şamê hatine belgekirin, nagire nav xwe.