Li Tirkiyeyê di mehek de 21 jin hatin kuştin
Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê di meha Cotmehê de 21 jin hatin kuştin, 12 jin jî di bin şert û mercên gumanbar de mirin.
Navenda Nûçeyan – Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê (TKDF) "Rapora Kuştinên Jinan" di meha Cotmeha 2026’ an de weşand. Li gorî raporê, di navbera 1 û 31’ê Cotmehê de 21 jin hatine kuştin, 12 jin jî di bin şert û mercên gumanbar de mirine.
Komkujiyên navxweyî
Li gorî raporê, 7 jin ji aliyê mêrên di nava malbatên xwe de, 5 ji aliyê mêrên ku ji hev veqetiyabûn an jî di pêvajoya veqetînê de bûn, 4 ji aliyê mêrên ku bi wan re di têkiliyê de bûn an jî bi wan re dijiyan û 3 jin jî ji aliyê mêrên ku ji hev cuda bûbûn an jî red kiribûn ve hatine kuştin. Jinek ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hatiye kuştin û sûcdarê kuştina jinek nehatiye naskirin.
Di kuştina jinan de herî zêde çekên bi agir hatine bikaranîn. 15 jin bi çekên agir û 2 jin jî bi amûrên tûj hatine kuştin.
Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê (TKDF) diyar kir ku kuştina jinan ji ber pirsgirêkên pergalê ne û got: "Rastiya ku jin gelek caran di malên xwe de tên kuştin nîşan dide ku çawa pergala malbatê ya ne wekhev û bêçavdêrî ji bo jinan bûye qadeke xeterê. Rastiya ku jinên ku di qonaxa veqetînê re derbas dibin an jî dixwazin ji hev cuda bibin, dibin hedef nîşan dide ku mafê jiyanê yê jinan ji ber biryarên wan bi xwe di bin gefê de ye. Rastiya ku jin tevî fermanên parastinê jî tên kuştin, careke din nîşan dide ku mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê bi bandor nayên bicihanîn."
Divê mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê bi bandor werin bicîhanîn
Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê (TKDF) wiha bi dawî kir: "Daneyên meha Cotmeha 2026’an careke din nîşan didin ku newekhevî, çanda bêcezatiyê û pratîkên bê bandor ên ku ji hêla baviksalariyê ve tên xurtkirin, rasterast mafê jiyanê yê jinan tehdît dikin. Jinkujî ne pirsgirêkek takekesî ye, pirsgirêkeke pergalî ye. Ji bo misogerkirina mafê jiyanê, girîng e ku mekanîzmayên parastin û pêşîlêgirtinê bi bandor werin bicihanîn, analîzên rîskê bi karanîna pîvanên zanistî werin kirin, rîska tundiyê di pêvajoyên dadwerî de esas were girtin û polîtîkayên li ser bingeha wekheviya zayendî bi biryardarî werin bicihanîn."