SOHR: Di 11 rojan de 65 kes mirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 11 rojên meha Mijdarê de di nav de 18 zarok 65 sivîl mirine.

Navenda Nûçeyan – Di rojên dawî de li herêmên cûda yên Sûriyeyê ji ber sedemên meshebî, tundiya nava malê û bermahiyên şer gelek kes mirin. Ev rewş nîşan dide ku li welat pergala hiqûqê û ewlehiyê bi temamî hilweşiyaye û pêwîstî bi muxaleyek navnetewî ya lezgîn heye.

Tenê di nava 11 rojan de di nav de 18 zarok, 65 sivîl, ji ber sedemên meshevî, cînayetên bi zanabûn û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar, rewşa xirabbûna rewşa ewlehiyê radixwe ber çavan. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di daxuyaniya îro dayî de diyar kir ku li welat mekanîzmayek ku cezakirin û hesabdayînê nîne.

SOHR da zanîn ku Sûriye rûbirûyî hilweşînek ewlehiyê ku weke wê nehatî dîtine, bûyerên tundiyê û binpêkirin herku diçe zêde dibe, ev rewş bûye malê jiyana sivîlan. Ev rewş êşa gelê ku di nava tirsa bê ewlebûnê de jiyan dike zêde dike.

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku ji destpêka meha Mijdarê ve, gelek bûyerên bi xwîn ku bû sedema mirina di nav de zarok, gelek sivîlan qeyd kirine. Di nava van bûyeran de cînayetên şexsî, êrîşên bi armanca tolhildan û meshebî, bermahiyên şer û cînayetên xwe dispêre tundiya nava malê cih digre. Hemû evane îşaret bi kaosa ewlehiyê ku her roj gefê li jiyana gelan dixwe îşaret dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin, li welat belavbûna bê kontrol a çekan û nebûna edaletê hesta bê ewlebûnê kûrtir dike.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûryeyê (SOHR) da zanîn ku ev bûyerên ku dubare dibe nîşan dide ku pergala hiqûq û ewlehiyê di nava welat de bi awayek xeter hilwşiyaye. Navendê bang lezgîn a ketina tevgerê li civaka navnetewî, saziyên eleqeder kir û xwest ku xwîn rijandin were sekinandin, sivîl werin parastin û berpirsên binpêkirina bên cezakirin.