Dosyayên disîplînê yên 14 xwendekaran encam bûn

Serokê Rêxistina Karûbarên Xwendekaran, ragihand ku heta niha 14 dosya gihîştine saziyê û ji bo van dosyayan biryarên dawî hatine dayîn.

Navenda Nûçeyan – Serokê Rêxistina Karûbarên Xwendekaran Saîd Habîba, ragihand ku girêdayî protestoyên sala borî der barê dosyayên disîplînê yên 14 xwendekaran de biryarên dawî hatine dayîn.

Saîd Habîba, piştî merasîma îmzekirina lihevkirina têkildarî projeya “Refaha Xwendekarên Îranê”, der barê rewşa dawî ya dosyayên disîplînê yên xwendekaran de daxuyanî da û da zanîn ku dosyayên disîplînê yên li zanîngehên seranserê welatê hatine lêkolînkirin û hinek ji van dosyayan ji bo lêkolîna şandine Rêxistina Karûbarên Xwendekaran.

Saîd Habîba, ragihand ku heta niha 14 dosya gihîştine Rêxistina Karûbarên Xwendekaran û der barê van dosyayan de biryarên dawî hatine dayîn.

Her çend biryarên dawî hatin ragihandin jî di daxuyaniyên serokê Rêxistina Karûbarên Xwendekaran de der barê nasnameya xwendekaran, zanîngehên wan, sûcên ku tên sûcdarkirin an jî ji cure û demjimêra cezayan de tu hûrgulî nehatin dayîn. Herwiha nayê zanîn ku biryarên hatine dayîn çi cure cezayên dîsîplînê dihewînin.

Ragihandina van biryaran, di demeke ku li gelek zanîngehên Îranê de têkildarî xwepêşandanên dawî de li dijî xwendekaran dosyayên dîsîplînê hatin vekirin, pêkhat. Di hinek rewşan de jî xwendekar ji xwendinê hatin dûrxistin an ji zanîngehê hatine derxistin.