Li Bexdayê civîna diyalogê hat lidarxistin

Konseya Diyaloga Civakî li Bexdayê civîneke diyalogê li dar xist. Di civînê de rastiya jinên Iraqî, rola wan a di biryardayînê de û pirsgirêkên ku di saziyên dewletê de bi wan re rûbirû dimînin, hatin nîqaşkirin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Encûmena Diyaloga Civakî duh li Bexdayê bi amadebûna çalakvan, akademîsyen û profesoran rûniştineke diyalogê li dar xist. Şêwirmenda Serokwezîr a Karûbarên Jinan, Elaa Talabanî, di diyalogeke rasterast a li ser rastiya jinên Iraqî, rola wan a di biryardayîn û polîtîkayên giştî de, pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin û rêbazên zêdekirina hebûna wan di saziyên dewlet û civakê de, mazûvaniyê kir.

Elaa Talabanî di axaftina xwe ya di rûniştina diyalogê de tekez kir ku jin nêzî ji sedî 49 civaka Iraqê temsîl dikin û tekez kir ku bi nebûna çandî, civakî û siyasî ya nîvê civakê tu tişt berdewam nake.

Kota û nûnertiya parlamentoyê

Elaa Talabanî behsa hewldanên ji bo damezrandina sîstema kotaya jinan kir û eşkere kir ku daxwazên destpêkê herî kêm ji sedî 40 bûn lê civînên bi endamên Encumena Rêveber re encam dan ku rêje ji sedî 25 e. Elaa diyar kir ku kotayê beşdarî misogerkirina hebûna jinan di Meclîsa Nûneran de kiriye û xwezaya pêşbaziya hilbijartinê û rastiya ku serokên blokên siyasî bi piranî mêr bûn, di nav faktorên ku şansên jinan ên namzedbûnê sînordar dikirin de bûn.

Kêmbûna hebûna jinan

Elaa Talabanî bal kişand ku di salên dawî de hejmara jinan kêm e û got ku hinek zagonên  neheqî li wan dikin her wiha nebûna komîteyeke taybet ji bo karûbarên jinan di Meclîsa Nûneran de sedema vê yekê ne. Elaa wiha got: "Hebûna nêzî 85 jinan di Meclîsa Nûneran de ger ew hewldanên xwe bikin yek û helwestên xwe hevrêz bikin, dikare bibe alîkar ku gavên girîng di berjewendiya pirsgirêkên jinan de werin avêtin. Di nav de daxwaza temsîliyeta jinan di şaxa rêveberiyê, astên serokatiyê û saziyên dewletê yên cûrbecûr de hene."

Elaa Talabanî diyar kir ku zêdekirina hebûna jinan dikare bibe alîkar ku bigihîjin qonaxên pêşketî di temînata maf û mafên giştî û yên destûrî, yasayî, rewa û mirovî de. Tenê hebûna jinan di Meclîsa Nûneran de nayê wê wateyê ku pirsgirêkên jinan werinr ronîkirin, ji ber ku pirsgirêk carna di têkçûna nûnera jin de ye divê maf û pirsgirêkên jinan wekî ku pêwîst e biparêze.

Destwerdan û daxwaz

Di dema rûniştinê de, çend beşdaran destwerdan kirin ku li ser pirsgirêkên herî berbiçav ên ku jin û zarok pê re rûbirû dimînin û rêbazên pêşxistina qanûn û polîtîkayên têkildarî wan nîqaş kirin.

Jinên bi tundiyê re dimînin astengiyan dikşînin

Lêkolîner Şemis Ehmed diyar kir ku jinên bi tundiyê re rûbirû mane di peydakirina cihên guncav de pirsgirêkan dikşînin. Her wiha da zanîn ku stargeh jinên ji 18 salî mezintir qebûl nakin û vê yekê wekî pirsgirêkek mezin a ku hewceyê baldariyê ye bi nav kir.

Akademîsyen û şêwirmenda Meclîsa Nûneran Dr. Lama El-Xezrajî got ku hejmara nûnerên jin li Meclîsa Nûneran 84 e û 16 blokên siyasî hene. Lama destnîşan kir ku her blok jinek ji bo avakirina tîmeke jinan a bihêz ku ji bo sererastkirina zagonên têkildarî jinan, di nav yên têkildarî Zagona Caferî û îhtîmala pejirandina kotayek di astên rêveberî û serokatiyê de, dixebite.

Zagonên ku zarokan diparêzin

Çalakvana mafên jinan û parêzer Şêrîn Zengana li ser Zagona Parastina Zarokan axivî û destnîşan kir ku ew ji sala 2020'an vir ve li ber parlamentoyê ye, daxwaza pejirandina bilez kir da ku parastina zarokan misoger bibe. Her wiha behsa Zagona Malbatê ya Caferî kir û fikarên xwe yên li ser hinek bendên wê anî ziman da zanîn ku mafên jin û zarokan tên binpêkirin