Sofiye Servarî ya 13 salî madalyaya zîv wergirt
Sofiye Servarî di Şampiyoniya Cîhanê ya Jiu-Jitsu ya 2026’an a li Ebû Dabiyê de di rêza duyemîn de cih girt û madalyaya zîv wergirt.
Navenda Nûçeyan – Werzişvana Efxanî ya 13 salî Sofiye Servari di Şampiyoniya Jiu-Jitsu ya Cîhanê ya 2026’an de ku li Ebû Dabî hat lidarxistin, di kategoriya "GI" ya 44 kîloyan de di rêza duyemîn de madalyaya zîv bi dest xist.
Sofiye Servari di maça xwe ya yekem de bi serkeftina 7-0 li hember reqîba xwe ya Kazakistanî Yasmina Yelyubayeva derbasî fînalê bû.
Di maça fînalê de, Servari li dijî nûnera Brezîlyayê Katerini Mota Varto derket pêş, û maç bi encama 1-1 bi dawî bû. Lêbelê, biryara hakem lîstikvana Brezîlyayî wekî serketî îlan kir, di encamê de Sofiye Servari turnuvayê di rêza duyemîn de bi dawî kir.
Di vê kategoriya giraniyê de, ku çar werzişvan lê pêşbazî kirin, rêzkirin wiha bû: Katerini Mota Varto ji Brezîlyayê bû yekem, Sofiye Servari ji Afganistanê bû duyem, Yasmina Yelyubayeva ji Kazakistanê bû sêyem, û werzişvaneke din a Brezîlyayî, Laura Silva, bû çarem.