‘Sîstema Hevserokatiyê bi tekoşîna herdû zayendan zindî dibe’

Hevseroka Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî Pencewîn Elî tekez kir ku Hevpeymana Civakî xwe dispêre Sîstema Hevserokatiyê û ji avakirina malbatek demokratîk, wekheviya herdû zayendan û rêvebirina civaka demokratîk berpirsyar e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser Hevpeymana Civakî xwe birêxistin dike. Hevpeymana Civakî jî xwe dispêre Sîstema Hevserokatiyê ku daxwazên pêkhateyan pêk tîne, di demokratkirina malbat, komîn, sazî û rêvebirina civakê de xwedî rolek girîng e. Hevseroka dadgeha parastina Hevpeymana Civakî Pencewîn Elî derbarê girîngiya sîstema Hevserokatiyê de axivî.

‘Hevpeymana Civakî xwe dispêre Sîstema Hevserokatiyê’

Pencewîn Elî da zanîn ku Hevpeymana Civakî xwe dispêre sîstema Hevserokatiyê, ji ber ku sîstemek hîmê civaka demokratîk datine û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Sîstema Hevserokatiyê yek ji deskeftiyên Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan hat mîsogerkirin. Di şoreşa jinê de bû sîstemek bingehîn ku komîn, meclîs, sazî, dezgeh û Rêveberiya xweser xwe li ser wê mayînde dike. Yek ji lingên esasî yên projeya Netewa Demokratîk, hevjiyana azad ku di hemû beşên jiyanê de rola xwe bilîze û bicîh bê. Hevpeymana civakî vê sîstemê girîng û esas dibîne. Ji ber ku bi salan sîstemên yek rengî û yek zayendî li ser me dihat meşandin. Bi vê sîstemê rengê rêvebirina yekperest şikand û bû şêwazek di avakirina wekhevî, edalet û bidestxistina mafê netewan pêk bîne.

‘Sîstema Hevserokatiyê mafê jinê mîsoger dike’

Pencewîn destnîşan kir ku Sîstema Hevserokatiyê sîstemek mafê jinê mîsoger dike ye û wiha got:  “Sîstema Hevserokatiyê hebûna jinê, rol û biryaran di komîn, meclîs, sazî, dezgeh, hevpeymana Civakî û Rêveberiya Xweser de mîsoger dike. Vê sîstemê rê li ber jinê vekiriye ku bikaribe mafê jinê di hemû warên jiyanê de biparêze, wekî jinek bikaribe xwedî li cins, îrade û sîstema ku pêşengtî jê re kir, derkeve. Ev sîstem sîstemek  bi hebûna jinê li tevahiya cîhanê û dîrokê nimûne û xelasiya ji hişmendiyên yekperest a ku hebûna jinê di her qadê de red dike.”

‘Têkoşîn para herdû zayendan e’

Pencewîn ji bo parastin û mayîndekirina vê sîstemê banga tekoşîna hevpar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sîstema Hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemek di her qadê de xwe bicîh kirî ye. Qadên leşkerî, siyasî û civakî. Ji bo mayîndekirin û parastina vê sîstemê her wiha ji bo ku bibe sîstemek li tevahiya Sûriyeyê, pêwîstî bi têkoşîna herdû zayendan heye. Têkoşîn barê herdû zayendan e. Ji ber ku têkoşîn li hember hişmendiya baviksalar û desthilatdar ku xwe li ser civakê feriz kiriye, tê meşandin. Bi vê têkoşînê wê hebûn, maf û destkeftiyên xwe biparêze. Em bang li herdû zayendan, li jin û mêr dikin ku têkoşîn ne tenê para jinê ye, herdû bi hev re li hember ferasetê têdikoşin. Ji ber ku heya em ji vê feraseta baviksalarî xelas nebin emê nikaribin sîstema Hevserokatiyê xurt bikin û li tevahiya Sûriyeyê mîsoger bikin.”