Sîdar Karaçelîk: Qanûna çarçoveyî mifteyek e lê têkoşîna ji bo demokrasiyê didome

Hevseroka Partiya DEM’ê ya Bedlîsê Sîdar Karaçelîk têkildarî qanûna çarçoveyî diyar kir ku her çendî qanûn ji gelek aliyan ve kêm be jî wekî pêngaveke dîrokî ye û got ku weke mifteya ku dê deriyê serdemeke nû veke dibînin.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Bedlîs – Xalên qanûna çarçoveyî ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin, bi raya giştî re hatin parvekirin. Qanûna ku ji 12 xalan pêk tê, bi aliyên xwe yên erênî û neyînî hê jî tê nîqaşkirin û tê payîn ku vê hefteyê pêşkêşî Lijneya Giştî were kirin.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) a bajarê Bedlîsê Sîdar Karaçelîk, tekez kir ku dema mirov li beramberî wêraniya ku ji ber pirsgirêka Kurd çêdibe dinêre, qanûna heyî tijî kêmasî ye lê ew wê girîng dibînin ji ber ku ew ê rê li ber qanûnên nû veke. Sîdar Karaçelik diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk salek û nîv e berdewam dike û di nav vê pêvajoyê de pêşketinên dîrokî çêbûne.

‘Deriyê serdemeke nû vedibe’

Sîdar Karaçelîk, diyar kir ku raya giştî ya Kurd li benda gavên berbiçav e û got: "Gavên ku dê temînatên zagonî yên divê werin parlamentoyê bi xwe re bînin, nehatin avêtin. Di dawiyê de, pêşnûme qanûn hat parlamentoyê û di çapemeniyê de hat dîtin. Me jî pêşnûme lêkolîn kir. Wekî ku em dizanin, piştî şerê bi dehan salan destpêşxeriyên aştiyê ne ewqasî hêsan in. Her wiha ne mimkûn e ku hemû gavên aştiyê yên ji 50 salên têkoşîna çekdarî derdikevin, di  pêşnûmeqanûnek tenê de werin bicihkirin. Bêguman, em qanûnê girîng dibînin. Em dibînin ku qanûna hatiye derxistin mifteyek e ku dê deriyê serdemek nû veke.”

Sîdar Karaçelîk qanûnê wekî "xaleke dîrokî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de di asta zagonî de" bi nav kir û bi bîr xist ku hinek qanûnên berê hatine ceribandin hêmanên “îtirafkirin, dayîna agahdariyê û tobekirinê” dihewînin lê qanûna dawî çarçoveyeke zagonî ya kolektîf eşkere dike ku di encama têkoşîneke taybet de derketiye holê.

‘Çareseriya pirsgirêka Kurd bi tenê bi qanûnek nabe’

Sîdar Karaçelîk, bal kişand ser kêmasiyên ku di qanûnê de hene û got: "Rêziknameyên sepandina ceza yên heyî hene lê ew têra xwe berfireh nîn in ku van pirsgirêkan bi tevahî çareser bikin. Em behsa pirsgirêkek neteweyî û civakî ya sedsalî dikin. Çareseriya vê pirsgirêkê ne tenê bi rêziknameya qanûnî ya pirsgirêkên ku piştî pêvajoyên pevçûnê derdikevin holê ve girêdayî ye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek sosyolojîk, aborî û çandî heye. Di qanûnê de gelek tişt der barê pirsgirêka Kurd, demokrasî û Fermanên Qanûnan de kêm in. Ew bi tevahî qanûnek pêşîn e, qanûnek bingehîn e."

Sîdar Karaçelîk destnîşan kir ku çareserkirina kêmasiyên di qanûnê de û afirandina qanûnên nû berfireh têkoşîneke civakî hewce dike û destnîşan kir ku gelek alî, di nav de tevgera siyasî ya Kurd de jî berpirsiyariya vê yekê digirin ser xwe û got: "Pirsgirêka Kurd bingeha pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê ye. Di vê xalê de, îradeya ku dê pirsgirêka herî mezin çareser bike, mijarek e ku bi hemû gelên Tirkiyeyê ve girêdayî ye."

‘Fermanên qanûnan rastiyek berbiçav in’

Sîdar Karaçelîk got: "Gelek kesên ku ji dûr ve jî behsa binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan kirine yan jî ramanên xwe yên ji ber pirsgirêka Kurd anîne ziman, rastî neheqî û newekheviyê hatine. Fermanên Qanûnan di vî warî de rastiyek berbiçav in. Gelek kes hene ku bi riya van Fermanên Qanûnan tenê ji ber ku aştî dixwestin û ramanên xwe diyar dikirin, ji kar hatine avêtin. Ji bo ku pêvajo berfireh bibe, li ser bingehên saxlem were avakirin û aştiya mayînde, edalet û demokrasiyê were damezrandin divê hemû dînamîkên civakê beşdarî vê têkoşînê bibin."

‘Têkoşîn hê bi dawî nebûye tenê şeklê xwe guherandiye’

Sîdar Karaçelîk, bi bîr xist ku di salên dawî de di nava gelê Kurd de dubendiyên cidî çêbûne û got: "Di sal û nîvê dawî de, di nava gel de şikestinek hestiyarî her wiha meraqek li ser pirsa 'çi diqewime?' çêbûye. Em bi hêsanî negihîştin vê qonaxê. Em di encama têkoşîna ku hatiye dayîn de gihîştine vê merheleyê. Em vê yekê wekî destkeftiyeke girîng dibînin. Divê gelê me bizanibe ku em aliyê serkeftî ne lê têkoşîn hê jî bi dawî nebûye; tenê veguheriye, şeklê nû girtiye. Teseliya me ya herî mezin ew e ku êdî mirov nayên kuştin. Ji ber ku gelê me bedelên herî mezin dan. Hê jî dayîk hene ku nizanin cenazeyên zarokên wan li ku ne, çarenûsa zarokên xwe nizanin."

Sîdar Karaçelîk anî ziman ku pêdivî heye her kes li gorî ruhê serdema nû were adabtekirin û da xuyakirin ku di meha dawî de di nava CHP’ê de alozî hene ku ev jî dibe sedema guhertina rojevê.

Sîdar Karaçelîk di dawiyê de got: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku qanûna heyî bibe pêşeng ji bo qanûnên din. Wekî Partiya DEM’ê, em sal û nîvek e dibêjin têkoşîn gihîştiye aliyekî nû. Em ji şêwazên kevin dûr dikevin; em li riyan digerin ku gel beşdar bibe û bibe mijara demokrasî û siyaseta herêmî... Em xwedî li destpêkê derdikevin û em ê bi îsrar têkoşîna xwe bidomînin da ku tiştê kêm e temam bikin û bi demokrasî, edalet û wekheviyê re aştiyê ava bikin."