Sîdar Andok li Hesekê hat bibîr anîn: Em ê dengê wî bilind bikin

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, hunermenda şoreşger Sîdar Andok merasîmek girseyî li ber deriyê peymangehê lidarxist. Di merasîma bîranînê de peyama “Em ê dengê wî bilind bikin û eşqa wê ya hunerî bilintir bikin” hat dayîn.

Hesekê – Hunermend, şanoger, stranbêj Nîhal Ay, bi nasnav Sîdar Andok di sala 1987’an de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû, di salên 1990’an de bi malbata xwe re ji ber zextên dewletê neçar ma ku koçî navenda Amedê bike. Sîdar di dehan xebatên çand û hunerî yên li Bakurê Kurdistanê de cih girt û yek ji lîstikvanên rêzefîlma “Ax û Jiyan” bû. Ew hem di warê şanoyê de û hem jî di warê stranbêjî û muzîkê de dixebitî.

Sîdar di sala 2005’an de li Amedê tev li xebatên çand û hunera Kurdî bû û dest bi rêwîtiya têkoşîna azadiyê kir. Wê di warê çand û hunerê de hem nirxên neteweyî û hem jî nasnameya jinan nîşan da. Di sala 2025’an de, jiyana xwe ji dest da.

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn ji bo têkoşer Sîdar Andok merasîmek girseyî lidarxist. Di merasîmê de hunermend, endamên Kongra Star, xwendekarên peymangehê, sazî û dezgehên Rêvberiya Xweser û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

‘Şehîd Sîdar bi fedakariyeke bê rawestan xebitî’

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê, Sîham Îsmaîl sersaxî ji malbata Sîdar Andok re xwest û wiha got: “Dema ku bavê Şehîd Sîdar şehîd bû, ew pir bandor bû û rastiya dijmin di ciwantiya xwe de fam kir. Ji ber zextên dijmin ên li ser çand û hunera Kurdî, wê biryar da ku bibe dengê gelê Kurd. Wê li gelek deveran ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîn kir û bi fedakariyeke bê rawestan û bê dudilî xebitî.”

‘Bi saya şehîdan, em di pêvajoyek hesas û dîrokî de ne’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Meclisa Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Gulbahar Robar axivî û got: “Îro, bi saya şehîdan, em gihîştine qonaxek dîrokî û girîng. Rêxistina me bi pêşkêşkirina bi hezaran şehîdan, ku soz dane malbat û gelê xwe ku wan ji dagirkerî û zilmê rizgar bikin, têkoşîna xwe domand. Her şehîdek ji me re cihêk e ku em bi biryara nû têkoşîna xwe ji nû ve bidomînin.”

‘Rojava dilê Şoreşa Kurdistanê ye’

Paşê bi navê Peymangeha Bilind a Hunerê, Evîn Paşo axavî. Evîn Paşo got: “Em bi şans in ku li dilê Rojava şoreşek Kurdistanî dijîn. Şehîd Sîdar evîndara hunera azad û dengê gelê Kurd e. Em ê dengê wî bilind bikin û eşqa wê ya hunerî di peymangeha xwe de bilintir bikin.”

‘Li çar aliyên Kurdistanê em yek in’

Rêvebera Kongra Star a Kantona Hesekê, Nahîd Silêman jî sersaxî ji rêheval û malbata Sîdar Andok re xwest û got: “Şoreşa Rojava, ku bi navê Şoreşa Jinê hat nasîn, li ser milên jinan hate avakirin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku em li çar aliyên Kurdistanê yek in û delîla vê yekê jî Şehîd Sîdar e. Çawa ku me bare şoreşê hilgirt, em ê jî bare banga azadî û aştiyê hilgirin.”

Merasîm bi pêşkêşkirina stranên Sîdar Andok ji aliyê xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerê bi dawî bû.