Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja 890’an de didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 890’an de didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 174’emîn, di roja 890’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin, di şexsê cangorî Evîn Goyî de ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 173’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.
‘Wê têkoşîna me heta azadiyê bidome’
Qedrî Şîrîşeyî bal kişand ser çalakiyên ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ser ziman: “Ev nêzî sê salin dinava çalakiyê de ne, ji bo xurtkirina çalakiyê jî herkes dinava tevgerê de ye. Em ji dost û dijminê xwere dibêjin heta ku pirsgirêk neyên çareserkirin û em negihijin armanca xwe wê têkoşîna me berdewam bike.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 174’emîn û dirûşmeyan dawî bû.