Sîbel Uzun: Divê em li dijî NATO’yê aştiya gelan biparêzin
Cîgira Seroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun lûtkeya NATO’yê ya li Enqereyê nirxand, diyar kir ku polîtîkayên şer ên NATO’yê wêraniyê ji gelan re tîne û got ku: “Divê muxalefet li dora têkoşîneke hevpar a aştiyê bibe yek.”
ELÎF AKGUL
Stenbol – Tirkiye xwe amade dike ku li Enqereyê di 7-8’ê Tîrmehê de, di Lûtkeya Serokên dewlet û hikûmetan a NATO’yê de serokên 32 welatên hevpeymanî bîne cem hev. Lûtkeya ku wê li Komelexaneya Serokomariyê ya li Beştepeyê pêk bê, ji ber ku Tirkiye piştî Lûtkeya Stenbolê ya 2004’an cara duyemîn e mazûvaniya civîna lîderên NATO’yê dike, xwedî girîngiyeke mezin e.
Tê hêvîkirin ku xurtkirina kapasîteya parastin û pûçkirinê ya hevpeymaniyê, bandorên Şerê Rûsya-Ûkraynayê li ser ewlehiya Ewropayê, xerciyên parastinê, mîmariya ewlehiyê ya transatlantîk û geşedanên li Rojhilata Navîn bibe rojeva sereke ya lûtkeyê. Beriya civînê li Enqereyê amadekariyên ewlehiyê hatine lezkirin û saziyên giştî civînên xwe yên koordînasyonê temam dikin.
Tê payîn ku di lûtkeya ku bi mazûvaniya Serokomarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan pêk tê de, ji bilî Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte, serokên dewlet û hikûmetan ên welatên endam jî amade bin. Daxuyaniya Serokê DYE’yê Donald Trump a ku wê tevli lûtkeyê bibe jî, di nav wan geşedanan de tê nîşandan ku giraniya navneteweyî ya civînê zêde dike. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan destnîşan kir ku Lûtkeya Enqereyê dikare bibe “yek ji lûtkeyên herî girîng ên dîroka NATO’yê”, rayedarên Tirk jî tekez dikin ku ev civîn wê bibe platformek ku tê de biryarên krîtîk derbarê paşeroja hevpeymaniyê de bên girtin.
Gelek kes hatin binçavkirin
Beriya lûtkeyê, tedbîrên berfireh ên ewlehiyê û qedexeyên çalakiyan ên li Enqereyê nîqaş bi xwe re anîn. Li dijî biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan a Walîtiya Enqereyê ya di dema civînê de, Partiya Kedê (EMEP) serî li dadgeha îdarî da û daxwaza betalkirina biryara qedexeyê kir. Di serî de Platforma Kampanyayê ya “NATO Defol” (NATO Bicihnime) û platforma “Ji NATO û Şer re Na”, gelek komên li dijî şer bangên protestoyê li Enqere û bajarên din kirin.
Ji aliyê din ve, beriya lûtkeyê li Stenbolê di operasyonên li dijî rêxistinên cuda yên sosyalîst û antî-emperyalîst de binçavkirina gelek kesan, ji aliyê derdorên muxalefetê ve bi amadekariyên Lûtkeya NATO’yê re hat girêdan û rastî bertekan hat. Hikûmetê bi xwe îdîa kir ku tedbîrên ewlehiyê û operasyonên hatine kirin ji bo mîsogerkirina ewlehiya vê lûtkeya navneteweyî ne.
‘Divê helwesteke li ser bingeha aştiyê were girtin’
Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Karker (EHP) Sîbel Uzun jî Lûtkeya NATO’yê ji ajansa me re nirxand. Sîbel Uzun diyar kir ku Lûtkeya NATO’yê ya ku wê li Enqereyê bê lidarxistin ne tenê civîneke dîplomasiyê ya navneteweyî ye û wiha pê de çû: “Lê wê di warê polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, xerciyên parastinê, muxalefeta civakî û mafên demokratîk de jî encaman bîne.”
Sîbel Uzun polîtîkayên şer ên NATO’yê yên li herêmê rexne kir û diyar kir ku ligel amadekariyên lûtkeyê polîtîkayên zextê jî giran bûne. Sîbel Uzun wiha got: “Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer û parastinê helwesteke li ser bingeha aştiyê bigre. Ji Lûtkeya NATO’yê ya sala 2004’an vir ve polîtîkayên emperyalîst neguherîne û li dijî vê yekê divê muxalefeta civakî jî têkoşîneke hevpar a aştiyê bimeşîne.”
‘Em dibînin ku êrîşên li ser muxalefeta civakî her ku diçe zêde dibin’
Sîbel Uzun, wateya lûtkeya ku wê li Enqereyê bê lidarxistin a ji bo Tirkiyeyê bi van gotinan şîrove kir: “Civîna NATO’yê ya ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de pêk bê, ji bo me muxalefetê û rewşa serdest an jî rêveberiya Tirkiyeyê, desthilatdariya AKP’ê ya ligel emperyalîzmê nîşan dide.”
Sîbel Uzun behsa polîtîkayên herêmî yên AKP’ê jî kir û wiha rave kir: “Em dibînin ku daxwazên berfirehbûnê yên desthilatdariya AKP’ê yên li herêmê hê jî berdewam dikin. Bêguman NATO li Rojhilata Navîn û niha jî li Ûkraynayê hinek organîzasyonên şer dimeşîne. Ji ber vê yekê, em wekî sosyalîst dibînin ku nakokiyên emperyalîzmê hê jî bi şêwazekî pir bi şewat berdewam dikin.”
‘Bi hinceta amadekariya NATO’yê qada mafên demokratîk tê tengkirin’
Sîbel Uzun anî ziman ku di çarçoveya amadekariyên NATO’yê de polîtîkayên zextê zêde bûne û wiha bilêv kir: “Êrîşeke pir hov li ser Sendîkaya Mamosteyên Taybet hat kirin; herî dawî li dijî şoreşgeran binçavkirin û zext çêbûn. Em dibînin ku êrîşek li ser wan derdorên ku li dijî NATO’yê têkoşîn û daxuyaniyan organîze dikin heye.”
Sîbel Uzun bal kişand ser aliyê aborî yê amadekariyan, xerciyên parastinê û wiha nirxand: “Em dibînin ku Tirkiye amadekariyên xwe yên fîzîkî dike. Ligel Balafirgeha Etimesgutê, bi awayekî ku zirarê bide avahiya fîzîkî ya Tirkiyeyê jî herêm tê sazkirin. Ji bo vê yekê xercî û plansaziyeke budceyê ya hov tê kirin.”
Her wiha Sîbel Uzun bi van gotinan bal kişand ser bandora budceya parastinê ya li ser kedkaran: “Ligel veberhênaneke budceyê ya hov a di warê parastinê de, kedkar jî li aliyekî tên xizankirin. Em dibînin ku bi hinceta amadekariya NATO’yê, her ku diçe hewl tê dayîn ku qada mafên demokratîk û berxwedanên ku dikarin ji bo kedkaran bên rojevê, bê tengkirin.”
‘Divê sosyalîst û heta muxalefet jî teqez li aliyê polîtîkaya aştiyê cih bigirin’
Sîbel Uzun derbarê helwesta ku divê sosyalîst û muxalefet li dijî gefa şer bigirin de jî wiha axivî: “Heta îro bi destê NATO’yê, pêvajoyên şer an jî berfirehbûnê yên li Rojhilata Navîn her tim ji gelan re êş û cefa anîne. Bi taybetî ji bo gelê Kurd, gelê Elewî û gelên li Îranê bû sedema encamên hov ên mîna mirin, komkujî û koçberiyê.”
Sîbel Uzun bi van gotinan diyar kir ku divê polîtîkaya aştiyê were xurtkirin: “Çi dibe bila bibe, dema ku dor tê ser rêxistineke şer a mîna NATO’yê an jî armancên şer ên emperyalîstan, divê sosyalîst û heta muxalefet jî teqez li aliyê polîtîkaya aştiyê cih bigirin.”
Sîbel Uzun nêzîkatiya muxalefetê ya li ser polîtîkayên parastinê jî wiha nirxand: “Ne rast e ku muxalefetên li welatê me jî piştgiriya xurtkirin û mezinbûna pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê bikin. Ji ber ku em behsa polîtîka û budceyeke parastinê dikin ku xizmeta armancên emperyalîst dike. Divê muxalefet bi temamî li dijî vê derkeve.”
Sîbel Uzun destnîşan kir ku meseleya Kurd jî di nav vê rewşê de ye û wiha got: “Rewşa rojane ya ku gelê Kurd jî tê de ye ev e. Hewl dide bingehek lihevkirinê ava bike. Di nav çar perçeyên cîhanê de ji bo vê yekê hewl dide ligel hemû gelên bindest bibe yek. Ji ber vê yekê, em jî wekî sosyalîst, ka em ê çawa siyaseta aştiyê li dijî emperyalîzmê ava bikin, divê em bala xwe bidin ser vê yekê.”
‘Nakokiyên emperyalîzmê nerm nebûne’
Sîbel Uzun guhertina ku ji Lûtkeya NATO’yê ya sala 2004’an a li Stenbolê vir ve qewimiye jî nirxand û diyar kir ku xwezaya emperyalîzmê neguheriye. Sîbel Uzun wiha domand: “Piştî salên 1990’î, hinekî bi bandora post-modernîzmê re baskê ku em dikarin jê re bêjin lîberalîzma çep, îdîa kir ku nakokiyên emperyalîzmê nerm bûne. Me di wê serdemê de ev tişt got: ‘Na, nakokiyên emperyalîzmê nerm nebûne. Emperyalîzm wekî xwe berdewam dike.’ Rasterast piştî van nîqaşan, DYE’yê Iraq dagir kir. Bi vî rengî derket holê ku nakokiyên kapîtalîzmê nerm nebûne.”
Sîbel Uzun tevgera li dijî şer a sala 2004’an bi bîr xist û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Yekîtiya me di sala 2004’an de wekî Koordînasyona ‘Ji Şerê li Iraqê re Na’ têkoşîneke pir dijwar da. Li Enqereyê hemû gel û kedkar bi hev re mîtîngek li dar xistin. Rê li ber derbasbûna tezkereya 1’ê Adarê ya ji Meclîsê hat girtin. Ev derbasî dîrokê bû. Em dikarin careke din serkeftinek wiha bi dest bixin.”