Li Efganistanê polên perwerdeya veşartî

Tevgera Dadwer a Jinan li Efganistanê tevî gef, şert û mercên dijwar ji bo zarokên keçên ên ku ji xwendinê dûr mane heşt polên veşartî yên perwerdeyê vekir.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Dadwer a Jinan, bi armanca peydakirina derfetên fêrbûnê ji bo keçan, polên perwerdeyê yên veşartî vekir. Tevgerê ragihand ku wan ev pol ji bo ku keçên ji perwerdeyê bêpar mane bikaribin fêr bibin vekirine.

Li sê parêzgehan 8 polên perwerdeyê

Li gorî daxuyaniya tevgerê, niha heşt polên perwerdeyê li sê parêzgehên Efganistanê çalak in û tevî gef û şert û mercên ewlehiyê yên dijwar jî dê xebatên xwe bidomînin.

Tevgera Dadwer a Jinan ji ber sedemên ewlehiyê nexwest cihên polan eşkere bike. Tevger, yek ji armancên xwe yên bingehîn dibîne ku bi riya van torên veşartî xizmetên perwerdeyê pêşkêşî jin û keçên Efganê bike û piştgiriyê bide wan.