Zextên li ser girtiyên siyasî zêde dibe
Di sewqên ji nişka ve li girtîhên Îranê tê pêkanîn de, têkiliya girtiyan bi malbatên wan re hate qutkirin. Li gorî raporên mafên mirovan ev pêkanîn, xeteriya tecrîd, sirgûna bi zorê, zexta sîstematîk û binpêkirinên mafan hildigre.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê pêkanînên sewqkirina girtiyên siyasî ya di navbera girtîgehan de didome.
Li gorî çavkaniyên serbixwe, roja 17’ê Nîsanê 20 girtiyên din ên siyasî yên li girtîgeha Evînê tên ragirtin, sewqî girtîgeha Qizilhîsarê hatine kirin. Ev sewqên hemwext û ji nişka ve, îşaret bi wê yekê dike ku dibe ku bibe perçeyek pêvajoya veguhestina berfirehtir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di dema veguhetinên mijara nûçeyê de, têkiliya girtiyan bi malbatên wan re qut bûne û di xwegihandina agahiyên derbarê rewşa hiqûqî de qedexeyên cidî hatine jiyîn. Pispor diyar dikin ku ev cûreyên sewqên ji nişka ve, bi taybetî dema li gel şertên tecrîdê tê pêkanîn, li ser girtiyan zextek cidî ya psîkolojîk ava dike.
Li Îranê, bi taybetî di navbera salên 2023-2026’an de sewqên ji girtîgeha Evînê ber bi girtîgeha Qizilhîsar a li Kerecê, pêkanînên sîstematîk ên saziyên daraz û ewlehiyê nîşan dide. Hate diyarkirin ku armanca van sewqan û sirgûna bi zorê, sînorkirina têkiliyan û bi rêya girankirina şertên girtîgehê li ser girtiyan, zêdekirina zextê ye.
Sewqên wek amûra zextê
Li gorî pisporan, sewqên ji nişka ve û bi taybetî pêkanînên karantîna û bicihkirina hucreyên yek kesî, encamên cidî yên wek bi taybetî qutbûna têkilyên bi malbatan re, bê xeber hiştina ji pêvajoyên hiqûqî, zêdebûna zextên psîkolojîk bi xwe re tîne. Hate destnîşankirin ku ev pêkanîn di hinek rewşan de, li ser girtiyan wek amûrek a zextê tê bikaranîn.
Li aliyê din, derbarê xwegihandina pêwîstiyên bingehîn ên girtîgehê di pêvajoya şer û piştî wê de, paşdeçûyîn hatiye jiyîn û rapor hatine weşandin. Çavkanî diyar dikin ku girtî ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe yên bingehîn ên wek xwarin, tenduristî û paqijiyê zêdetir zorî dikşînin û ev rewş xeteriyên di aliyê tenduristiya fîzîkî û ruhî de zêde dike.
Hinek saziyên mafên mirovan, destnîşan dikin ku tiştên tên jiyîn derveyî hiqûqa navneteweyî ye. Li gorî van saziyan, binpêkirina rêgezên bingehîn ên wek qedexeya îşkenceyê, mafê darizandina edlî, azadiya kes û ewlehiyê û parastina rûmeta mirovan wê rê li ber encamên giran veke.
Her wiha şertên tecrîdê, astengkirina xwegihandina parêzeran, qutbûna têkiliya bi malbatan re û pêkanîna sewqkirina girtiyan ji bo cihek nediyar, di çarçoveya nêzîkatiyên der mirovî û şikandina rûmetê tê nirxandin.
Hate îfadekirin ku qedexeyên li hember herîkîna agahiyan û ji ber ku hinek girtî di şertên karantînayê de tên girtin, derbarê rewşa girtiyan de daneyên bi hûrgîlî sînordar e.