Li Mexrîbê, dayîkên girtiyên Tevgera Rîf bi salan e li benda vegera zarokên xwe ne

Parêzvanên mafê mirovan li bajarê El-Hoceymayê, yê bakurê Mexrîbê li hev kom bûn, piştgirî dan malbatên kesên ji ber Tevgera Rîf hatine girtin. Dayîkan carek din daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Mexrîb – Tevî ku bi salane bi ser girtinên piştî Tevgera Rîf derbas bûne, dayîkên girtiyan têkoşîna xwe ya ji bo zarokên wan vegerin malên xwe didomînin. Malbat diyar dikin ku ew qebûl nakin ku ev bendêmayîna bi salane, bibe rewşek mayînde.

Di vê çarçoveyê de, bajarê El-Hoceima  yê li bakurê Mexrîbê, malûvanî ji qefleyek a piştgiriyê ya jinan ku ji aktivîstên civaka sivîl, parêzvanên mafê jinan ku duh ji bajarên cûda yên welat hatine re kir. Armanca vê hewldanê piştgirîkirina malbatên girtiyên Rîf e, bi taybet dayîkên ku bi salan e barê psîkolojîk û civakî yê nebûna zarokên xwe hildigirin.

Beşdaran diyar kirin ku armanca serdanê ew e ku nîşanî malbatan bidin, ew ne bi tenê ne û nîşan bidin ku daxwazên berdana girtiyan li herêmên cûda yên Mexrîbê deng vedidin.

Bendêmayîna dayîkan didome

Di hevdîtinên ku bi malbatên girtiyan re hatin kirin de, hate diyarkirin ku yek ji aliyên mirovî yên herî berbiçav ên dozê zehmetiyên ku dayîk dijîn e. Ji bo gelek dayîkan, pêvajoya girtinê ne tenê bûyerek di demên berê de qewimî ye; tê wateya salên bendewariyê, serdanên birêkûpêk ên girtîgehê û têkoşîna şopandina pêşketinên derbarê rewşa zarokên wan de.

Parêzer Suad Brahma di dema serdanê de axivî û got ku armanca sereke ya qefleya hevgirtinê ew e ku peyamekê bidin dayîk û malbatan ku ew ne bi tenê ne. Suad Brahma diyar kir ku daxwazên dayîkan pir zelal in û got: “Dayîk dixwazin êş bi dawî bibe. Ew dixwazin zarokên wan dîsa bi wan re bin û bi malbatên xwe re bijîn.”

Suad Brahma da zanîn ku dûrxistina girtiyan ji mafê berdan an efûyê, êşa malbatên wan hîn girantir dike û got ku dayîk bi salan e li benda vegera zarokên xwe ne.

Jin di di çeperên herî pêş ê têkoşînê de cih girtin

Li gorî parêzvanên mafên jinan ên ku beşdarî qefleyê bûne, jinên li herêma Rîf’ê ji destpêka xwepêşandanan di sala 2016’an de rolên girîng lîstine. Jinan ne tenê beşdarî xwepêşandanan bûn, di heman demê de piştî girtin û biryarên dadgehê jî parastina mafên girtiyan kirin. Bi demê re, gelek dayîk, jin û xwişk bûn sembolên berbiçav ên dozê, di lêgerîna edalet û mafan de.

Beşdaran destnîşan kirin ku piştgiriya jinan ne tenê piştgiriyek sembolîk bû, di nav salan de veguheriye toreke piştgiriyê ya bihêz ku li dora êşa dayîkan hatiye avakirin.

Piştî Tevgera Rîf

Tevgera Rîf di sala 2016’an de bi xwepêşandanên berfireh li herêma Rîf a bakurê Mexrîbê ku daxwaza başkirina şert û mercên aborî û xizmetên giştî dikirin, derket pêş. Piştî xwepêşandanan, gelek aktivîst hatin girtin û cezayên cûrbecûr ên girtîgehê lê hatin birîn. Tevî salên ku derbas bûne jî, malbat û rêxistinên mafên mirovan banga berdana kesên ku hîn jî di girtîgehê dene dikin.

Ji bo dayîkên ku li El-Hoceymayê kom bûn, ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkek siyasî an qanûnî ye. Ji bo wan, wateya rast ewe ku bi dawîbûna qutbûna ku bi salane dom dike û roja ku zarokên wan ji nûve vegeriyane malên xwe bibînin.