Li Îranê du xwişkan cezayê girtîgehê hat birîn
Mîna Kuçekî û xwişka wê Semîra Kuçekî di nav kesên ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatine girtin de bûn. Ji aliyê dadgeha Komara Îslamî ya Îranê ve li her yekê ji wan 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn û niha li Girtîgeha Evînê ya Tehranê ne.
Navenda Nûçeyan – Xwişkên bi navê Mîna û Semîra Kuçekî ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, ji aliyê şaxa Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve li her yekê ji wan pênc sal cezayê girtîgehê li wan hatin birîn. Mîna Kuçekî dayîka du zarokan e û Semîra Kuçekî dayika zarokek e, niha li Girtîgeha Evînê tên girtin û li her yekê ji wan 5 sal ceza hatiye birîn.
Herdu girtiyên siyasî piştî demek li Girtîgeha Karçak a li Varaminê man, di 27’ê Sibatê de sewqê Girtîgeha Evînê hatin kirin. Beriya amadekirina vê raporê, tu agahiyên teqez der barê şaxa dadgehê ya ku biryar daye yan jî sûcdariyên li dijî wan de nehatibûn belavkirin. Ev rewş careke din nebûna zelaliyê di pêvajoya dadwerî ya dozên siyasî û ewlehiyê de li Îranê nîşan dide.
Zextên li ser xwepêşandanan didomin
Cezayê kul i Mîna û Semîra Kuçekî hatin birîn ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve rastî nerazîbanan hatin.
Gelek jinên ku di dema xwepêşandanan de hatine girtin ne tenê bi girtinê, di heman demê de bi bêparkirina ji mafên civakî, zexta ewlehiyê û gefên li ser malbatên xwe re rû bi rû mane.
Li gorî agahiyên hatine weşandin, Mîna û Semîra Kuçekî berê di dema xwepêşandanên "Jin Jiyan Azadî" de hatibûn binçavkirin lê paşê hatin berdan. Tevî vê yekê, ji hêla parêzvanên mafên mirovan ve ji nû ve girtina wan û mehkûmkirina wan wekî nîşaneyek tê dîtin ku polîtîkayên ewlehiyê yên xwepêşanderên jin û çalakvanên sivîl hedef digrin berdewam dikin.
Zextên li ser derûniya zarok û dayîkan
Di gelek dozên bi vî rengî de, malbatên girtiyên siyasî ji nebûna agahiyên zelal ên li ser pêvajoya darizandinê, sînorkirinên li ser serdanan û zextên ewlehiyê gazinan dikin. Di doza Mîna û Semîra Kuçekî de, hê jî tu hûrguliyên fermî yên li ser sûcdariyan, pêvajoya darizandinê yan jî bingeha biryarê nehatine weşandin.
Li gorî parêzvanên mafên mirovan, cezayên girtîgehê yên dirêj, bi taybetî yên ku li dayîkên xwedî zarokan tê birîn, ne tenê bandoreke neyînî li ser kesên girtî dike, di heman demê de bandorê li malbat û zarokên wan dike ji hêla derûnî, aborî û civakî ve. Ev yek ji polîtîkayên çewisandinê yên Îranê yên di salên dawî de ye.