Seroka Federasyona Elewî Bektaşî ya Avustralyayê Suzan Saka: Vê zilmê rawestînin

Seroka Federasyona Elewî Bektaşî ya Avustralyayê Suzan Saka, di axaftina xwe de ji rayedarên dewletê û rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî xwest ku "zilm tavilê were rawestandin û kujer li ber raya giştî werin darizandin."

BINEVŞ STÊRK

Navenda Nûçeyan- Êrîşên qirkirinê yên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne destekkirin, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6’ê Çileyê ve berdewam dikin. Ji bo piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li her çar beşên Kurdistanê û gelek welatên din mirov daketin kolanan, berxwedana li dijî êrîşên çeteyan zêde kirin û bêdengiya civaka navneteweyî protesto kirin.

Seroka Federasyona Elewî û Bektaşî ya Avustralyayê Suzan Saka, li ser êrîşên qirkirinê û berxwedana gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî. Suzan rewakirina Colaniyê cîhadîst û rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê şermezar kir û got: "Em bi tevahî vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku di du salên dawî de, li dijî Kurd, Durzî, Xirîstiyan, Ereb û Sunniyên laîk, bi taybetî Elewiyan, komkujiyên sîstematîk hatine kirin."
Suzan Saka bal kişand ser mezinahiya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em her wiha zilma ku li wir ji hêla DAIŞ û alîgirên wê ve, yên ku îdeolojiya wê diparêzin, di nav de kuştina jin, zarok û keçan li kolanan li ser gelê Kurd tê kirin, bi tundî şermezar dikin."

‘Bi bêdengiyê, hevkarê vê zilmê ne’

Suzan Saka bêdengiya navneteweyî rexne kir û berteka xwe ya li hember bêxemiyê bi van gotinan anî ziman: “Ez dixwazim bêjim ku hemû kesên ku bêdeng mane, bi taybetî serokên dewletan û wezîrên derve, her wiha Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku heta radeyekê hewl dane dengê xwe bilind bikin, bi bêdengiya xwe hevkarê vê zilmê ne. Di heman demê de ev komkujî di du salên dawî de li ber çavên tevahiya cîhanê pêk tên.”

‘Me têkoşîna bi rûmet a YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji bîr nekiriye’

Suzan Saka axaftina xwe bi nerazîbûna li hember kesên ku li dijî zilmê bêdeng mane, wiha domand: “Ev kiryarek zilmê ya li dijî mirovahiyê ye, niheqiyek li dijî mirovahiyê ye. Me têkoşîna bi rûmet û serbilind a YPJ'ê, ya jinên Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û cîhadîstên Îslamî ya di dema pêvajoya xweserkirina Rojava de ku 12-13 sal berê hat meşandin, ji bîr nekiriye.”

‘Endamên DAIŞ’ê berdidin û dibin sedem ku li ber çavên me komkujî bên kirin’

Suzan Saka diyar kir ku hewl tê dayîn ku hawîrdorek bê afirandin da ku Kurd, gelên din û baweriyên din bikaribin di nav aştiyê de bijîn. Suzan bi taybetî behsa rewşa jinên Êzîdî kir û bertek nîşanî berdana endamên DAIŞ’ê ji girtîgehan da. Suzan wiha got: “Lê niha hikûmeta Colanî, digel Emerkayê çavên xwe berdaye wan herêman digre û bi taybetî di rojên dawî de, nêzîkî 5 hezar çekdarên DAIŞ’ê ji girtîgehan berdidin kolanan, dibin sedem ku ev komkujî li ber çavên me berdewam bikin.”

‘Ez vê zilma li dijî jinan şermezar dikim’

Seroka Federasyona Elewî û Bektaşî ya Avustralyayê Suzan Saka anî ziman ku ew wekî Elewî û wekî jinek, nerihetiya xwe tîne ziman û wiha got: “Berî her tiştî ez vê zilmê, vê komkujîyê, vê pergala baviksalar a ku amûrên mîna tecawîzê bikar tîne da ku rûmet û rêzgirtina jinan îstismar bike, bi tundî şermezar dikim.”

‘Divê piştgiriya ji bo DAIŞ’ê tavilê were rawestandin’

Suzan Saka axaftina xwe wiha domand: “Ez dibêjim ku divê bi taybetî rayedarên Komara Tirkiyeyê tavilê piştgiriya ku ji hêla siyasî, dîplomatîk û leşkerî ve didin DAIŞ’ê, rawestînin. Ji ber ku girîng e ku mirovên ku li wê herêmê dijîn di yekîtî, hevgirtin û demokrasiyê de bijîn. Komkujiyên li Iraq, Sûriye û Îranê, bi taybetî jî rastiya ku welatên emperyalîst van komkujiyan dihêlin, çekan peyda dikin û kujeran bi awayek dîplomatîk nas dikin, nîşanek e ku rojekê ev xwîn dê li ser axa Tirkiyeyê jî birije.”

‘Divê em mafê jiyanê yê her kesekî biparêzin’

Suzan Saka bal kişand ser girîngiya parastina mafê jiyanê û got, “Ji ber vê yekê, ger ku em dixwazin tiştekî bi dest bixin, ger em bi rastî dixwazin aştiya civakî bipêş bixin, divê em mafê jiyanê yê her kesekî ku li kêleka me dimire an tê kuştin, bêyî ku zayend, nasname, bawerî an etnîsîteya wan çi ye, biparêzin.”

‘Piştgiriya ji bo hikûmeta Colanî divê tavilê bê rawestandin'

Suzan Saka, di axaftina xwe de ji hikûmeta Avustralya û hemû berpirsên dewletê, wezîran, rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, rêxistinên Elewiyan, rêxistinên Kurd û rêxistinên din re got, "Bi têkoşînek xurt, bi afirandina lobiyan û bilindkirina raya giştî û bi taybetî bi çûyîna wir a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, ez careke din bi rêya we bangên pêwîst dikim da ku piştrast bikin ku raporên pêwîst têne amadekirin, kujer di zûtirîn demê de werin darizandin û piştgiriya ku ji hikûmeta Colanî re tê dayîn ji hêla dewletên din ve tavilê bê rawestandin.”

Zilm û zordariya li ser gelê Kurd bi tevahî nayê qebûlkirin’

Suzan Saka, bi taybetî bal kişand ser têkoşîna jinan û têkoşîna ku ji hêla YPJ’ê ve tê meşandin û wiha domand: “Zilm û zordariya li ser gelê Kurd bi tevahî nayê qebûlkirin. Mafê jiyanê yê her kesek ku li wir dijî Kurd, Elewî, Durzî, Xirîstiyan, Ereb, Sunniyên laîk û yên din ên ku niha navên wan nayê bîra min an jî xwe bi ewle hîs nakin - divê di zûtirîn demê de bê  mîsogerkirin.

‘Divê kujer bên darizandin’

Suzan Saka bi gotina “Wekî din, hûn ê hemû bibin hevkarê vê zilmê, vê tundiyê û ev xwîn dê li ser destên we be. Divê zilm tavilê were rawestandin û sûcdar, kujer, divê li hizûra raya giştî werin darizandin” axaftina xwe bi dawî kir.