Sepîde Guliyan rewşa girtiyên siyasî yên Wekîlabadê ragihand
Çalakvaneke siyasî Sepîde Guliyan, ku vê dawiyê ji girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê derketiye , li ser rewşa du girtiyên siyasî yên di heman girtîgehê de ne raporek weşand.
Navenda Nûçeyan – Çalakvana siyasî û girtiya berê, Sepîde Guliyan li ser tora dijîtal ya ‘X’ nivîsek weşand û tê de nîgeraniya xwe li ser rewşa Fatîma Sepehrî û Ferzane Karahasanlu, yên li girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê girtî ne, anî ziman û banga baldariya raya giştî li ser rewşa wan kir.
Sepîde Guliyan di nivîsa xwe de tekez kir ku ev her du girtiyên siyasî bi sînordarkirinan re rû bi rû ne. Her wiha şert û mercên jiyana wan ji yên girtiyên din pir dijwartir kirine.
‘Hûcreya tenêtiyê de dijîn’
Sepîde Guliyan li ser hesabê xwe nivîsand ku Fatîma Sepehrî û Farzaneh Qarahasanlu ji mafê ragihandina azad bi girtiyên din re bêpar in û hemu tevgerên wan di bin çavdêriya rasterast a efseran de têne kirin. Bi îşaretkirina van qedexeyan, tekez kir ku her çend bi awayekê fermî di odeya giştî ya girtîgehê de têne girtin jî lê, pratîkî di şert û mercên mîna hucreya tenêtiyê de dijîn.
Li gorî vê çalakvana siyasî, sînordarkirina ragihandinê bi girtiyên din re û çavdêriya domdar a tevgerên wan zextek psîkolojîk a giran li ser van her du girtiyan kiriye û ew xistine rewşek tecrîda bi zorê.
Li dijî şert û mercên tecrîdê greva birçîbûnê
Her wiha her du girtî bi dest greva birçîbûnê kirine. Fatîma Sepehrî ji destpêka hefteya borî ve ji bo protestokirina tiştê ku ew wekî “binpêkirinên mafên mirovan û rûmeta wê” di girtîgehê de bi nav dike, di greva birçîbûnê û parêza bê derman de ye. Çavkaniyên nêzî girtiya siyasî ragihandine ku wê ev çalakî ji bo protestokirina şert û mercên girtina xwe, bêparkirinên ku hatine sepandin û nepejirandina daxwazên wê daye dest pêkirin.
Di heman demê de, hat ragihandin ku Farzaneh Qarahasanlu jî ji bo protestokirina şert û mercên girtina xwe li girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê tevlî greva birçîbûnê bûye; ev yek fikarên li ser rewşa wê ya fîzîkî û tenduristî zêdetir dike.
Peyama hevgirtinê ya Sepîde Guliyan bi Fatîma Sepehrî re
Di beşek ji nameya xwe de, Sepîde Guliyan behsa dema ku ew bi Fatîma Sepehrî re di girtîgehê de bû kir û got ku wê bi çavên xwe şahidiya şert û mercên dijwar û zehmetiyên ku vê girtiya siyasî kişandiye kiriye. Her wiha ji Fatîma Sepehrî re nivîsand: “Tu ne bi tenê yî. Em bi te re ne. Ez hêvî dikim ku ev dîwarê teng di zûtirîn dem de bêşikandin û dengê te bigihîje her kesî.”
Fatîma Sepehrî girtiyeke nexweş e bi cezayekî giran re rû bi rû ye
Fatîme Sepehrî, yek ji girtiyên siyasî yên navdar ên salên dawî, di nav alîgirên "Deklarasyona 14 Îmzekaran" de bû, ku daxwaza guhertina rejîmê li Îranê û îstifaya Elî Xamineyî dikir.
Çalakvana siyasî herî dawî di 20’ê Îlona sala 2022’an de, di rojên destpêkê yên xwepêşandanên ku li seranserî Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî de, hate girtin.
Ew di gelek dozan de, di nav de “propagandaya li dijî rejîmê”, “hevkariya bi hikûmetên dijmin re” û “heqaretkirina Rêberê Komara Îslamî” bi tohmetan re rû bi rû ma û bi tevahî 18 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Li gorî agahiyan, Fatima Sepehri, ku pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî hene, gelek emeliyat derbas kiriye, di nav de emeliyata dilê vekirî jî heye. Tevî vê yekê, ew hîn jî li Girtîgeha Vekilabadê tê girtin.
Yek ji dozên herî girîng
Ferzane Karahasanlu, ku li bajarê Kerec dijî, di 4’ê Mijdara 2022’an de, ligel hevjînê xwe Hamid Karahasanlu, piştî beşdarbûna merasîma bîranîna çil rojî ya Hadîs Necefî, hate binçavkirin. Doza wan herduyan yek ji dozên herî girîng ên ku di çarçoveya xwepêşandanên "Jin jiyan azadî" yên 2022’an de hatine vekirin tê hesibandin. Di destpêkê de cezayê 25 sal zîndan û sirgûn lê hat birîn, lê cezayê Ferzane Karahasanlu paşê li ser îtîrazê ji bo 5 sal zîndan hate kêmkirin ku dê li sirgûniyê li Girtîgeha Vekilabadê ya Meşhedê were derbaskirin.
Rêxistinên mafên mirovan banga çalakiyê dikin
Hişyariya Sepîde Guliyan rewşa girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Vekilabadê dîsa xistiye rojevê. Rastiya ku du girtî di heman demê de di greva birçîbûnê de ne, digel sînordarkirinên ragihandinê û fikarên li ser tenduristiya wan, parêzvanên mafên mirovan hişt ku ji rayedaran bixwazin ku bi lezgîn mudaxele bikin. Rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku berdewamiya girtina girtiyên bi pirsgirêkên tenduristiyê û yên di greva birçîbûnê de xetereyên cidî çêdike û tekez dikin ku pêdivî bi danîna mekanîzmayên çavdêriya serbixwe heye.