Wesayita karkerên çandiniyê wergeriya 22 kes birîndar bûn
Îro li navçeya Bayindir a bajarê Îzmîrê li Tirkiyeyê, mînîbuseke ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di encamê de 22 karker birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan – Ewlehiya jiyana karkeran qet nîne. Roj nîne ku nûçeyên qezayên karkeran neyê dayîn. Qezayê ku îro pêkhatiye li nêzî taxa Kizilcaagac a navçeyê qewimî. Hate ragihandin ku wesayit kontrola ajokar derket û li qadeke daristanî wergeriya.
Ajokarê wesayitê û 21 karker birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên dewletê yên li Bayindir û Tîreyê.
Hate ragihandin ku rewşa birîndaran giran nîne û têkildarî qezayê lêkolîn hate destpêkirin.