Parêzer Gulale Vatandost ji ber parezertiya xwepêşandanan kiriye hate girtin

Parêzera bi navê Gulale Vatandost ji 1’ê Gulana 2026’an de li girtîgeya navendî ya Sineyê girtiye. Hêceta girtina wê jî ji ber ku wê parêzertiya kesên ku xwpêşandanên di sala 2022’an de hatine girtin kiriye.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hêcetên vale, girtin, dadgeh kirin, binçavkirin her diçe zêde dibe. Bi taybetî jî çalakvanên sivîl, parêzer, hunermend, aktivîst û hwd. Li gorî raporên hatine weşandin, parêzer Gulale Vatandost di, 1’ê Gulana 2026’an, li Girtîgeha Navendî ya Sine hatiye girtin.

Doza li dijî parêzer Gulale piştî ku wî di xwepêşandanên seranserî yên payîza 2022’an de nûnertiya hin ji wan kesên ku hatine girtin kir, hate vekirin. Şaxek Dadgeha Şoreşê ya Senendecê bi tohmeta "propagandaya dijî rejîmê" û "avakirina komekê" 6 sal, 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê birî.

Ev biryar piştî şandina wê ji bo Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Kurdistanê hate pejirandin. Li gorî agahiyan, Gulale Vatandost ji bo ku cezayê xwe bikşîne li Girtîgeha Navendî ya Sine tê girtin.

Di mehên dawî de, raporên zêdebûna binçavkirin, gazîkirin û girtina çalakvanên sivîl, pîşeyî, siyasî û mafên mirovan li herêmên cûda yên Îranê derketine holê. Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe li ser berdewamiya vê meylê anîne ziman û wê wekî nîşaneya zêdebûna zextê li ser çalakvanan û tengkirina qada çalakiyên sivîl û civakî dibînin.