Sazî û rêxistinên Şengalê serdana PADÊ kirin

Sazî û rêxistinên Şengalê çûn serdana navenda PADÊ ya Şengalê. Di serdanê de hat gotin ku tu kes nikare îradeya wan tune bihesibîne û tu carî bêdeng neminin.

Şengal-Di çarçoveya ji bo piştgirîdayîna PADÊ de endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Meclisa Xweser a Şengalê, Meclisa Giştî ya Şengalê, Çand û Huner û Mamostayên Zimanê Kurdî, serdana navenda PADÊ ya Şengalê kirin. Endamên sazî û rêxistinên Şengalê ji aliyê endamên rêveberiya PADÊ ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de hat gotin ku PADÊ yekem partiye ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û di dema fermanê de li çiyayê Şengalê li ber xwe daye. Her wiha hat diyarkirin ku biryara girtina PADÊ ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hatiye dayîn, hikûmeta Iraqê jî vê daxwaza wan pêk aniye û hat destnîşankirin ku tu kes nikare îradeya wan tune bihesibîne û wan bêdeng bike.

‘Girtina PADÊ planeke siyasî bû’

Der barê piştgirîdayîna PADÊ de Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel û endama Meclisa Xweser a Şengalê Bahat Qeyranî ji ajansa me re axivîn.

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel destnîşan kir ku PADÊ partiyeke siyasî ya Iraqê ye û sê caran tevlî hilbijartinan bûye û ev nirxandin kir: “Di meha fermanê de şûna ku fermanê nas bikin, jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê vegerînin, gorên komî vekin û berpirsên fermanê bidarizînin, di 3’yê Tebaxê de ango di roja fermanê de efûkirina DAIŞ’iyan xistin rojevê parlamentoya Iraqê. Ev jî têr nekir di 6’ê Tebaxê de 3 roj piştî fermanê biryara girtina PADÊ dan. Ev jî planeke siyasî bû. PADÊ li gor destûra Iraqê kar û barên siyasî dida meşandin.”

‘Em tenê dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin’

Neam Bedel da zanîn ku di dema hatina Erdogan a Iraqê de gelek biryar li ser Şengalê hatiye girtin, hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî dan planên Erdogan a li ser Şengalê û ev tişt got: “Dewlata Tirk dijminên Êzidî û koka kurdîtî ye. Çi bikin jî em tiştên ku li ser me tê ferzkirin qebûl nakin. Em tenê dixwazin ji hêla îdarî, eskerî û siyasî  ve xwe bi xwe rê ve bibin û li gorî zagona Iraqê jî ev mafê me ye. Heta daxwaza me bê qebûlkirin em ê li ber xwe bidin û her li ser piya bin.”  

‘PADÊ bi xwîna şehîdan hat avakirin’

Endama Meclisa Xweser a Şengalê Bahar Qeyranî jî ev tişt anî ziman: “Em weke tevgera jin a Şengalê piştgirî didin PADÊ. Dijmin çi bike jî nikare sazî û dezgehên me yên êzidiyan bigire. PADÊ bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em tu carî bêdeng nemînên heta hikûmeta Iraqê biryara girtinê paş ve digire.”