Sazî û dezgehên Şengalê bi boneya 8’ê Adarê serdana TAJÊ kirin
Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê de Rêveberiya Xweser a Şengalê, Asayîşa Êzidxanê û endamên Şaredariya Şengalê serdana navenda TAJÊ kirin.

Şengal – Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re jinên Êzidî lez dane kar û xebatên xwe yên roja 8’ê Adarê. Di çarçoveya van kar û xebatan de Rêveberiya Xweser a Şengalê, Asayîşa Êzidxanê û endamên Şaredariya Şengalê serdana navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kirin.
Di serdanê de hat gotin ku ew bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi 8’ê Adarê ve diçin û hat destnîşankirin ku hêvî dikin ev roja bibe wesîleya pêkhatina azadiya Abdullah Ocalan. Her wiha di serdanê de gotina Abdullah Ocalan a ‘Ev pêvajo ji bo Şengalê bibe ronesansek’ ya ji bo civaka Êzidî gotibû hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku dê Şengal û civaka Êzidî xwe ji nû ve ava bike û rêxistinbûna xwe xurt bike.
‘8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikim’
Derbarê 8’ê Adarê de endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo ji ajansa me re axivî. Şemê Remo di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê di serî de li Abdullah Ocalan, hemû jinan, hêzên xwe yên asayîş, YJŞ-YBŞ û şervanên azadiyên ku di çeperan de li ber xwe didin, pîroz kir û diyar kir ku ew bi serdana sazî û dezgehên xwe gelek kêfxweş bûne.
‘Îsal 8’ê Adarê li gor salên berê cudatir e’
Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo destnîşan kir ku dê îsal bi coşeke mezin 8’ê Adarê were pîrozkirin, herkes bi vê coşê tev li şahiya 8’ê Adarê bibe û ev tişt anî ziman: “Îsal 8’ê Adarê li gorî salên berê cudartir e, ji ber em hem bi peyama Rêber Apo hem ji bo pêvajoyê, hem ji bo hemû jinan û hem ji bo civaka êzidî şandî roja xwe pîroz bikin. Dê îsal bi coşeke mezin 8 Adarê were pîrozkirin û her kes bi vê coşê tev li şahiya 8’ê Adarê bibe.”