‘8'ê Adarê roja nûkirina soza berxwedanê ye’
Koordînasyona Kurdistanê di Meşa Jinan a Cîhanê de tekez kir ku jin li Rojhilata Navîn tevî serkeftin û têkoşînê bi tundî û kiryaran re rûbirû ne û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan – Bi munesebeta nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Koordînasyona Kurdistanê di Meşa Jinan a Cîhanê de daxuyanî da û tê de tekez kir ku 8'ê Adarê ne rojeke ji bo bîranînê ye, roja ku jin soza domandina berxwedanê li dijî hemû cureyên şîdetê nû dikin e.
'Bi yekbûnê dê mafên jinan bên parastin'
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna jinan ji têkoşîna gelên herêmê ya ji bo azadî, edalet, demokrasî û wekheviya rast nayê veqetandin û wiha domiya: “Em têkoşîna xwe li dijî pergalên bavsalarî, dagirkerî û îstîsmara kapîtaîst didomînin. 8'ê Adara îsal jî di nava êrîşên hov ên li ser gelê herêmê, bi taybetî li ser jinan de tê pêşwazîkirin. Li Filistînê komkujiyên qirkirinê, koçberiya bi zorê û îmhakirina bi awayê hovane di nava bêdengiya cîhanê de dimeşînin. Tevî hemû kêşeyan jinan li herêmê tekez kirin ku ew hêza guherînan in û sekna wan nayê şikandin. Jin li dijî îmhakirinê têdikoşin, li dijî cudakariyê li ber xwe didin û li dijî îstîsmarê sekna xwe nîşan didin. Bi yekbûn û têkoşîna tevgerên femînîst li dijî pergalê wê mafên jinan bên parastin. Jin di 8'ê Adarê de soza berxwedan û têkoşînê her dem nû dikin."
'Jin li Rojhilata Navîn bi kêşe û astengiyan re rûbirû ne'
Di nava daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa jinan li Rojhilata Navîn û wiha domiya: "Rewşa jinan li bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn aloziya aborî nîşan dide. Jin bi kêşeyên aborî û derfetên kêm ên kar re rûbirû dimînin. Tevgera jinan û mafên mirovan têkoşîna xwe ya ji bo zagoneke malbatî ya adil û dadperwer ku bi Peymana CEDAW’ê hatiye erêkirin, Mexribê di sala 1993'an de pejirandibû, didomîne. Li Tûnisê jî jin bi kêşeyan re rûbirû ne. Bi taybetî jin ji mîrasê bêpar dimînin. Di aliyê tendirustî û siyasî de jî jinên Tûnisê zehmetiyan di nava kêmderfetan de, dikşînin. Her wiha jinên rojnamevan jî bi tundî û kiryaran re rûbirû dimînin. Di sala 2023'an de 27 jin ji ber tundiyê hatin qetilkirin. Ev yek ji bo rewşa jinên li Iraqê jî derbasdar e. Jinên Iraqê bi kêşe û astengiyên jiyanî re rûbirû dimînin."
'Jinên pêşeng li Kurdistanê tên hedefgirtin'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin jinên li Kurdistanê bi şerê hebûn û tunebûnê re rûbirû ne û wiha domiya: “Li Tirkiyeyê jin tên binçavkirin û qeyûm davêjin ser şaredariyan. Li Îranê jî pêşengên jin ên ku şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' bi rê ve dibin bi qetilkirinê re rojane rûbirû dimînin. Her wiha jinên têkoşer cezayên darvekirin û zindanê digrin. Pexşan Ezîzî û Şerîfa Muhemedî mînak in. li Rojava û herêma Kurdistanê jî jinên pêşeng û rojnamevan bi riya balafirên keşfê ji aliyê dagirkeran ve tên qetilkirin. Bi van kiryaran hewl didin îrade û vîna jinên Kurd bişkînin. Jin li hemberî van kiryaran têkoşîn û berxwedana xwe xurtir dikin."
'Têkoşîna jinan ji bo jiyana bi azad demokratîk û bi edalet e'
Di dawiyê de Koordînasyona Kurdistanê ya Meşa Jinan a Cîhanê daxwazên bidawîkirina tundiyê li dijî jinan anî ziman û wiha bi dawî kir: "Em kiryar û binpêkirinên li dijî jinan şermezar dikin. Her wiha daxwaza me ew e ku biryarên darvekirinê li Îranê, binçavkirina jinan li Tirkiyeyê û hedefgirtina jinan li Sûriye û Iraqê her wiha tundiya li ser hemû jinên cîhanê bên rawestandin. Girîngiya pêşxistina stratejiyên berfireh heye ku mafên jinan di karên guncav û beşdariya siyasî, aborî û civakî de bê cudahî bixe bin temînatê. Her wiha divê pêkanîna edalet û wekheviyê bi nehiştina hemû cureyên tundiyê dest pê bike. Têkoşîna jinan têkoşîna ji bo jiyana azad, bi rûmet û adil e."