Sara Sedîqî dest bi greva birçîbûnê kir

Sara Sedîqî ya ku girtiyeke siyasî ya berê ye, ji ber tu agahî ji dayîka xwe nagre lewra bi dîmenekê ragihand ku ewê bi dest greva birçîbûnê bike.

Navenda Nûçeyan – Sara Sedîqî, li bajarê Bonê ya Almanyayê bi riya dîmenekê li ser tevna dijîtal ya ku parvekiriye dibêje heya ku ji dayîka xwe Ferîde Ketabî, agahî negre ewê greva xwe birçîbûnê bi domîne.

‘Ez dixwazim agahiyek ji dayîka xwe bigrim’

Di dîmenê de Sara Sedîqî qala tendurustiya dayîka xwe dike û dibêje: “Ji ber dayîka min nexweşiya şekir pê re heye ew rojane derziya însûlînê bikar tîne. Di derheqê jiyana dayîka xwe de tu agahiyan nagrim. Lewra armanca çalakiya min ewe ku ez agahiyek ji dayîka xwe bigrim. Ez tenê dixwazim bizanim dayîka min li ku ye û di bin kîjan şert û mercan de ye.”

‘Bibin dengê rastiyê’

Sara Sedîqî bang li çalakvanên mafên mirovan û medyayê dike da ku bibin dengê rastiyê.

Ferîde Ketabî, xelkê Urmiyê ye û di 27’ê Adara îsal de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hat girtin.