Civîna şandeya YPJ’ê û Wezîrê Parastinê qediya

Şandeya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku ji bo hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re çûbû Şamê, vegeriya.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya peymana 29’ê Çileya 2026’an a di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, îro şandeyek ji Fermandariya YPJ’ê gihîşt paytext Şam a Sûriyeyê. Endamên Fermandariya YPJ Sozdar Hacî û Rohilat Efrîn, Fermandara Ketîba Jin a Lîwaya Qamişloyê Xalsa Ayêd û Berdevka Ragihandina YPJ Rûken Cemal, di Şandeya YPJ’ê de cih girt.

Şandeya YPJ`ê bi Wezîrê Parastinê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re rûnişt.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên şandeya YPJ’ê dane ajansa nûçeyan a ANHA’ yê, mijara sereke ya hevdîtinê, şêweyê beşdariya YPJ’ê ya nava artêşê ye.

Tê payîn ku şandeya YPJ’ê derbarê hevditinê de daxuyanî bide.