‘Rola zimanê dayîkê di çand û nasnameyê de zêde ye’
Hîndekara beşa zimanê Îngilîzî ya Zanîngeha Silêmaniyê Bêxal Ebûbekir got ku ji bo tunekirina ziman û neteweya Kurd, dewletên dagirker polîtîkayên qirkirinê meşandine û got ku a girîng ew e dê û bav ziman pîroz bibînin.
HÊLÎN EHMED
Silêmaniye-Ziman ji bo neteweyan girîng û taybet e. Ji ber vê NY’ê roja 21’ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê îlan kir. Ziman ji bo neteweyan xwedî gelek taybetmendiyan e, riya xwebûn û pênasekirina çanda xwe ye.
‘Beşa Zimanê Kurdî pir girîngî dide zimanê dayîkê’
Bêxal Ebûbekir wiha got: “Di navbera xwendekarên zanîngehê de bi qasî ku dişopînim, li gorî beşan rewş diguhere. Mînak beşa zimanê dayîkê pir girîngî dide zimanê dayîkê. Her çendî di perwerdeyê de çand û zimanên cuda dixwînin jî em wan destpêkê teşwîqê zimanê wan dikin lewre ji bo ku tu zimanekî duyemîn hîn bibî divê zimanê xwe yê dayîkê baş bizanibî. Mînak dema tu werdigerînî, tu bersiva bi Kurdî ya peyvek bi Înglîzî nizanibî, tu yê nikaribî rast wergerînî. Kesek ku zimanê dayîkê baş nizanibe, nikare çandên din jî baş hîn bibe. Ji ber vê yekê, em xwendekaran teşwîq dikin. Li gorî çavdêriya min, zanîngehê dewletê di vê mijarê de baştir in. Li hinek zanîngehên taybet, zimanê perwerdeyê ji ber ku bi temamî Înglîzî ye, kêm girîngî ji vê qadê re tê nîşandan.”
‘Zimanê me gelek dewlemend e’
Bêxal Ebûbekir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku ez ji googlê li gotineke Kurdî digerim û dibînim ku nivîskarên navneteweyî der barê zimanê Kurdî de nivîsên Înglîzî nivîsandine bextewar dibim. Pir girîng e der barê çanda me de, bi zimanên din agahî werin dayîn. Zimanê me pir dewlemend e, ji zimanên din kêm nîn e. Ji aliyê etimolojik ve tu ziman kêmî zimanên din nîn e, tu ziman jî di ser zimanek de nîn e, dixwazî bila sed kes pê biaxivin. Divê di perwerdeyê de pêşî zimanê dayîkê were hînkirin, dûre zimanên din dikarin werin hînkirin. Zarokek ku ji zimanê xwe yê dayîkê dûr mezin bibe; nikare çanda xwe bi kûrahî fam bike, helbest wêje û helbestvanên xwe nas bike.
‘Di mijara zimanê dayîkê de rola dayîk û bavan girîng e’
Bêxal Ebûbekir bal kişand ji bo ku mirov bibe xwedî çand û di warê civakîbûnê de bi pêş bikeve rola ziman pir girîng e û got ku zimanê Înglîzî hem derfet e hem jî dibe ku ji bo Kurdî xeterek mezin be û got: “Malbat çiqas girîngî bidin zimanê dayîkê dê zarok jî ewqas girîng bibînin. Perwerde destpêkê ji malbatê dest pê dike. Divê ku zarok gotinên pêşiyan, kevneşopî û navê erdnîgarî binasin. Girîngiya zimanê dayîkê ji malbatê destpê dike û bi perwerdeyê bi dawî dibe.”
‘Divê were zanîn ka saziyên medyayê çi zimanî û kîjan têgehan bi kar tînin’
Bêxal Ebûbekir da zanîn kur ola saziyên medyayê û olî girîng e û wiha domand: “Divê ku hikumet polîtîkayên çandî ava bike. Zimanê medyayê li ser civakê rasterast bandorê çêdike. Ziman hesta yekîtiya neteweyî diafirîne; mirov li erdnîgariyên cuda bijîn jî; ziman û sembol wan tînin ba hev. Hînbûna zimanan girîng e lê divê ev nebe sedema jibîrkirina zimanê dayîkê. Divê zimanên ku zimanê dayîlê biparêzin werin hînbûn.”
‘Welatên dagirker ji bo tunekirina ziman û neteweya Kurd qirkirinê didomînin’
Bêxal Ebûbekir di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Kurd piştî Peymana Sykes–Picot hatine perçekirin, rastî zext û qirkirinê hatine û wiha bi dawî kir: “Cudahiya ziman û çandan zirarê nade mirov. Dijberî wê astengiyên li ser zimanan zirarê didin. Ez hêvî dikim ku zimanên dayîkê werin naskirin û nifşên pêşerojê di nava aştî û pêşerojeke ronî de bijîn.”