Naskirina îradeya jinan di destûra Sûriyeyê de
Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê Sena Tamir li ser rola girîng a jinan di lihevkirinên ku di navbera QSD’ê û HTŞ’ê de çêdibin de got ku naskirina pergala jinan di destûra Sûriyeyê de gavek jêneveger e.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibe, di demek ku çavên her kesê li ser Rojava ye. Gelek kes difikirin çawa destkeftiyên Şoreşa Jinan a 13 salan bigrin bin temînatê û di destûrê Sûriyeyê de werin bicihkirin.
Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê Sena Tamir girîngiya hebûna jinan û parastina pergala jinan a di lihevkirin û destûra Sûriyeyê de nirxand.
Sena Tamir got ku di lihevkirina di navbera QSD û HTŞ’ê de rola jinan û hebûna wan nehatiye diyarkirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di vê dozê de gelek bedel hatin dayîn lê di lihevkirinan de bendên rola jinan di vê pêvajoyê de diyar bikin, tunene. Mafê me heye ku em bixwazin rola jinan di lihevkirinan de aktîf bin, jiber jinan pêşengî ji vê şoreşê kir.”
Di sîstema nû ya tê ferzkirin de dê rol û cihê jinan çi be!
Sena Tamir bal kişand ser sîstema nû ya ku wê were meşandin û girîngiya sîstema hevserokatiyê li Rojava anî ziman û wiha domand: “Gelo di sîstem û guhertinên çêdibin û tên ferzkirin de wê jin di kîjan kategoriyê de cihê xwe bigrin? Her wiha wê jin di asta serok, rêveberî yan cîgir de bimînin? Wê pêşeroja tevgerên jinan û rêxistinên wan çi be? Pêwist e em van hemûyan bizanibin pêşeroja van destkeftiyan çi ye û çawa misoger bikin. Tevgera jin jinan hînî rêxistinbûyîn û azadiya fikir kir her wiha di civakê de bûn endamên herî çalak di rêxistinbûyîna malbatê de. Serkeftina sîstema hevserokatiyê yek ji nimûneyên serkeftina şoreşa jinan e di warê siyasî, civakî, aborî û leşkerî de.”
Rêxistina ku jinan ji dil hembêz kir û rol da wan nabe were înkarkirin
Sena Tamir da xuyakirin ku ger rol û destkeftiyên jinan di lihevkirinan û destûrê de neyên naskirin wê bi awayekî neyênî li jinan û civakê vegere û wiha berdewam kir: “Çima em vê dibêjin? Ji ber ku tevgera jin hemû jinan hembêz kir û ji hişmendiya mêrsalar rizgar kir. Bi taybetî rêxistina me ya jin jinên ku bi tundiyê re rûbirû diman ji dil hembêz kir, rolek di vê jiyanê de da wan û derfetên kar ji bo jinan tevahî peyda kir. Ji lewre ger rola jinan were înkarkirin wê bi awayekî neyînî li wê û civakê vegere.”
Jinên ji tundiyê xilas bûn û şoreşê li dar xistin destûr nadin hêza wan paşguh bibe
Sena Tamir got ku jiyana hevbeş a civakê û hevjiyana azad yek ji girîgntirîn berhemên vê şoreşê ye ku nabe ji nedîtî ve were dîtin û wiha pêl da gotinên xwe: “Gelek jin ji tundiyê hatin xilaskirin, xwe perwerde kirin û wateyek din li jiyana xwe bar kirin. Jinên ku bi vê şoreşê re xwe nas kirin, nikarin careke din vegerin xala destpêkê û bi tundiya fîzîkî, civakî û derûnî re rûbirû bimînin. Ev hemû destkeftiyên jinan in, pêwist e aktîftir bibim. Paşguhkirina hêza jinan paşguhkirina rêxistinbûyîna civakê bi xwe ye.”
Bêyî naskirina îradeya jinên Kurd wê tu lihevkirin neyê pejirandin
Sena Tamôr got ku karta serkeftinê ji bo doza gelê Kurd azadiya jinan e û wiha pêde çû: “Ji ber ku jinên Kurd hemû rêxistinên siyasî, civakî û aborî birêve bir heta fermandariya şer kir, ji lewre çi lihevkirin bêyî naskirina hêz û îradeya jinên Kurd pêk were wê neyê pejirandin. Me kîn û sûcên hêzên êrîşkar li hemberî berxwedaniya jinên Kurd di qada şer de dît. Kiryarên li dijî cenazeyên şervanên jin mînaka herî şênber a van sûcan e.”
Naskirina îradeya jinan di destûra Sûriyeyê de hêzeke din li hêza jinên Rojava bar dike
Sena Tamir got ku naskirina îradeya jinan li Rojava wê bandorê li giştî jinên cîhanê bike, sedema wê wiha bilêv kir: “Her çiqas jinên Ewropayê di warê aborî de serbixwe û azad bin jî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cudatir in. Çimkî di warê ramyarî de bi ser ketine. Ji lewre naskirina îradeya jinan û mafên wan di destûrê de hêzeke din li ser hêza wan bar dike. Ev hêz dikare jinên cîhanê bi mêr û zarokên wê re biguherîne. Tevî binpêkirin û sûcên li dijî jinan tên kirin, hê jî jin bihêz in û li pey doz û armancên xwe ne.”
Pêvajoyeke çarenûsî ya mayindekirina destkeftiyan e
Sena got ku jin di vê pêvajoyê de divê bihêztir tevbigerin da ku bikaribin destekftiyên xwe mayinde bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêvajoyek çarenûsî ye, ger jin di vê demê de doza xwe neparast û destekftiyên xwe mayinde nekir, wê têk biçin û vegerin serdema koletî û bindestiya mêrsalar.”