Destûrnameya Talîbanê kolekirina jinên Efgan fermî dike
Aktivîsta mafên jinan Yelda Ehmed, sekna Talîbanê wek seknek li dijî jinan bi nav kir, destûrname û hemû fermanên Talîbanê ku ev çar sal in diweşîne şermezar kir û diyar kir ku tekane rêya rizgariya ji vê rewşê, têkoşîna bê navber a jinan e.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan - Ji dema 2021’an dema Talîban dîsa vegeriya desthilatiyê ve, jiyana jinên Efgan a civakî û hiqûqî bi guherînên bêmînak re rûbirû man. Serdestiya ji nûve ya vê komê, tenê bi vegerandina pergala siyasî ya welat sînordar nebû, di heman demê de bingeha çarçoveya hiqûqî û darazê ji holê rakir û li gorî nêrîna xwe ya şerîetê ji nû ve pênase kir. Di vê pêvajoyê de destûrnameya ku Talîbanê ji bo dadgehan amade kirî û pêk anî de, jinê di şekildayîna rewşa hiqûqî de rolek diyarker lîst. Ji ber dadgehên ku li dozên malbat, ceza û medenî dinhêrt, rasterast bi mafê jinan û çarenûsa wan re eleqeder bû.
Destûrname kolekirina jinan fermî dike
Piştî avakirina rêveberiya Talîbanê, di saziyên darazê de hebûna jinan bi awayek cidî hate sînordarkirin û hemû dadgerên jin û xebatkar, ji erkên wan hatin dûrxistin. Ev rewş, ji derveyî dûrxistina jinan a ji pergala edaletê, xwegihandina edaletê jî bi awayek cidî dijwar kir. Ji ber ku di civakek kevneperest de serlêdana dadgehên mêrê serdest, ji bo gelek jinan astengiyên çandî û ewlehiyê dihewand. Beriya erêkirina vê destûrnameyê jî jin qaşo bi sûcdariyên ‘bê hîzar’ û têkiliya derveyî zewacê, rûbirûyî pêkanînên wek girtîgeh, destdirêjî, tecawîz, kuştin û di civakê de bi awayek aşkera dihatin qemçîkirin. Lê belê vê destûrnameyê kolekirina jinên Efgan bi fermî îlan kiriye.
Jin xwe bê ewle hîs dikin
Ev destûrname, di dozên zewac, hevberdan, mafê xwedîkirina zarok, mîras û cezayan de rasterast bandorê li jiyana jinan kiriye. Gelek zagonên demên berê yên parastinê, êdî nayên pêkanîn. Bi taybet fikarên derbarê mijara tundiya di nava malê de û zewacên bi zorê, neparastina mafê jinan zêde kir. Li aliyê din pêkanîna cezayên Şerî, hinek ji van ji civakê re vekirî, atmosfera civakî aniye halê hişktir û rageşiyê. Rê li ber wê yekê vekir ku gelek jin xwe hê bi ewletir û ji azadiyê bê par hîs bikin. Di van şertan de destûrnameya ku Talîbanê ji bo dadgehan amade kiriye, lêkolînkirin tenê xwendina belegeyek hiqûqî ye, di sazûmaniya hiqûqa zextê ya nû ya li Efganistanê de cihê jinê analîz dike.
‘Ji her demê zêdetir qadê li jinan teng dike’
Têkildarî mijarê aktivîsta mafên jinan û derûnnas Yelda Ehmed peyamek ji me re şand û wiha got: “Talîban cardin fermanek nû weşand. Ev ferman tundî û zilma li dijî jinan berfirehtir dike. Ev biryar, vê koma xwedî zîhnyeta çerxa navîn, lutkeya cehalet û dijminatiya jinan nîşan dide. Rê li ber wehşet û barbartiyê vedike û ji bo jinên me yên bê şans, qadê ji her demê zêdetir teng dike.”
‘Ji bo jinan qedexeyên nû anî’
Yelda Ehmed bi bîr xist ku Talîbanê berê jî gelek ferman weşandine, piraniya vana qaşo dîtinek Şerî û Îslamî dane û ji bo jinan û gel qedexeyan anîne. Yelda Ehmed wiha domand: “Bi vê fermanê û pêkanînan, hevkarên jin û mêr ên hewl didin Talîbanê hê baştir nîşan bidin û dibêjin ‘hatin guhertin û ewlehî anîne’, rûyê wan ê nû di aliyê gel de hê reştir kir û ew anî rewşeke ku jê zêdetir nefret bikin.”
‘Jin bêdeng neman’
Yelda Ehmed destnîşan kir ku Talîban çiqas zextê ava bike, çiqas bi awayên cûda fermanan biweşîne û qadan teng bike, dîrok tiştek din nîşan daye û vî tiştî wiha bi nav kir: “Piştî ku ev koma cahil bû desthilatî, gelê me bi taybetî jin bi awayên cûda têkoşîn û berxwedan nîşan dan. Bi awayê aşkera an jî veşarî,e berxwedana xwe domandin û bêdng neman.”
‘Bi hêviya Efganistanek ji pergala tundrew rizgar bûyî’
Yelda Ehmed di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rûyê rastîn ê Talîbanê û wiha got: “Divê tundrewiya vê koma cahil, cîhadîst û dijminê jinan Talîbanê, neyê jibîrkirin ku gelê Efganistanê, bi taybetî jin dê wan dijminên jinan radestî dadgehek dadperwer bikin. Bi hêviya Efganistanek ji pergala tundrew rizgar bûyî.”