Rola jinan di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de hat nîqaşkirin
Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), panelek bi sernavê “Rola Jin di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de” li dar xist.

Qamişlo – Bi berçavgirtina guhertinên siyasî û civakî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewîmin, girîngiya xurtkirina rola jinan di avakirina aştî û xurtkirina nirxên demokratîk ya civakê de tê destnîşankirin. Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, li bajarê Qamişlo panelek bi sernavê “Rola Jin di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de” li dar xist.
Endamên Meclisa Jin ya PYD’ê, Endamên Rêxistin Kongra Star, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Endamên Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Sûriyeyê, Endamên Rêveberiya Xweser û Yekîtiya Jinên Suryan beşdarî panelê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn li ser astengî û pirsgirêkên weke jin di hundirê pirojeyên ku dixwazin pêk bînin çi ne, ya duyemîn çareseriya van pirsgirêkên heyî çi ne û çawa wê karibin xwe weke jin bihêz bikin.
Di panelê de mijara yekemîn ji aliyê Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Diblomasî a PYD’ê Sema Bekdaş û mijara duyemîn jî ji aliyê Endama Mecilsa Giştî ya PYD`ê Sureya Mistefa ve hate birêvebirin.
Di panelê de, balkişandin li ser pêdiviya berdewamiya çalakî û xebatên bivî rengî. Beşdaran, rêze pêşniyarên pratîkî pêşkêş kirin ku rêxistinkirina civaka komûnal xurt bikin, rola jinan di kampanyayên aştiyê yên herêmî de çalak bikin û avakirina civakek dadperwer û berfireh li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî misoger bikin.
Beşdarvanên jin, diyar kirin ku ev çalakî di çarçoveya têkoşîna berdewam a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiyê li dar xistin. Di dawiya panelê de beşdarvanan, diyar kirin ku wek jin hertim fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişopînin û destnîşan kirin ku azadiya civakî bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin.
Panel, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” dawî bû.