Rojnameya Cumhuriyetê TJA û rojnamevan Gulîstan Tara kir hedef
Rojnameya Cumhuriyetê, daxuyaniya TJA’yê ya têkildarî pêvajoyê kir quncikê xwe, tevgera jinê û rojnamevan Gulîstan Tara ku hatibû qetilkirin, kir hedef.

Navenda Nûçeyan- Rojnameya Cumhuriyetê ku li Tirkiyeyê tê weşandin, Tevgera Jinên Azad (TJA) û rojnamevan Gulîstan Tara ku hatibû qetilkirin, kir hedef. TJA’yê, di 24’ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê ragihand ku Komîsyona Jin û Destûra Bingehîn ava kiriye û ji bo jin di pêvajoya amadekariya destûra bingehîn a nû de di komîsyona li Mecîsê de cih bigirin, bang kir. Rojnameya Cumhuriyetê jî ev daxuyanî bi îmzeya Aytunç Urkmez bi sernavê “Ji rêxistina jinan a PKK’ê pêngavek nû: Ji bo guherandina destûra bingehîn xebateke nû” serwîs kir.
Her wiha hevpeyvîna têkildarî rojnameger Gulîstan Tara ku di 23’yê Tebaxa 2024’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê tevî hempîşeya xwe Hêro Bahadîn ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibû qetilkirin jî, hedef hat nîşandan.
Di nûçeya bi îmzeya heman kesî hatiye weşandin de ji bo Gulîstan Tara gotinên wek “Terorîsta ku xebatên propaganda û dezenformasyonê birêve dibe” hatin bikaranîn. Di heman nûçeyê de cih dan hevpeyvîna yek ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan a têkildarî Gulîstan Tara.