Qedexeyên Talîbanê didome: Li Heratê navenda perwerdehiyê hate girtin
Talîbanê, li Heratê bi hinceta perwerde dide jinan navendên perwerdehiya zimanên biyanî girt û gef li mamosteyan xwar.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Heratê ya rojavayê Efganistanê, yekîneyên "Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê” yên girêdayî Talîbanê, di nava du rojên dawî de bi ser hinek navendên perwerdehiya zimanên biyanî yên taybet girtin û saziyan mohr kir.
Hincet: Jin perwerde dibînin
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, sedema girtina van navendan perwerde girtina jinan e. Talîban, mamosteyên mêr ên jinan perwerde dikin jî binçavkir û gef xwar. Ev rewş, him di nava xwendekar û him jî malbatan de bû sedema fikarên mezin.
Li Efganistanê navendên perwerdehiya taybet, piştî ku di sala 2021’an de Talîbanê rêveberiya desteserkir, ji bo jinan bûn yek ji wan derfetên perwerdehiyê yên hejmarek kêm. Lê piştî serdegirtinên dawî re, ev derî jî yek bi yek tên girtin.
Sînorkirinên Talîbane zêde dibin
Piştî hatina Talîbanê ya rêveberiyê, sînordarkirinên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin. Girtina dibistanên piştî pola 6'an, qedexeya zanîngehê û mohrkirina saziyên perwerdehiya taybet, bi mîlyonan jinên Efganistanê ji mafê perwerdeyê bêpar hişt.
Pisporan, destnîşan dikin ku bêparkirina jinan ji perwerdeyê ne tenê windakirina mafên kesî ye, di heman demê de ji bo pêşeroja civakî û aborî ya welat jî gefek mezin e. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Efganistanê zêdetirê 34 mîlyon kes di bin sînora xizaniyê de dijîn û bêyî beşdariya jinan a jiyana aborî, şikandina vê çerxa bêsûd ne pêkan e.