Rojnamevana Lubnanî Yumna Şerrî koça dawî kir

Rojnamevana Lubnanî Yumna Şerri di 54 saliya xwe de ku bi penceşêre kezeba spî ketibû jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevana Lubnanî Yumna Şerrî, di çapemeniya Lubnanê de weke navek ku şopa xwe hiştiye dihat nasîn. Pîşeya wê tenê bi bernameyên televîzyonê, sînordar nebûn, pêşkêşvaniya mihrîcan û lîstikvaniyê jî dikir.

Çapemeniya Lubnanê îro 18’ê Îlonê roja Pênşemê ragihand ku rojnamevan Yumna Şerrî di 54 saliya xwe de ji ber penceşêre kezeba spî jiyana xwe ji dest daye.

Xebatên Yumna Şerrî

Jiyana pîşeyî ya Yumna Şerrî, di radyoya ‘Saut al-Shaab’ (dengê gel) de destpê kirin, piştre derbasî ‘Future Tv’ bû, dûre jî di kenala ‘Al- Jadeed’ de xebitî. Li vê derê gelek bernameyên cuda yên kêfxweşî û civakî ku ji aliyê girseyek zêde ve dihat şopandin pêşkêş kir.

Pîşeya Yumna Şerrî tenê bi bernameyên televîzyonan sînordar nebû, di lidarxistina mihrîcanên hunerî û şahiyan de jî pêşkêşvanî dikir. Hebûna wê ya bi bandor a li ser dikê, di çalakiyên weke ‘Mihrîcana Hê Sibate’ û ‘Mihrîcana Kirîn û firotinê ya Dubaî’ ku li Kuweytê hat lidarxistin xwe nîşan da.

Piştre Yumna Şerrî di qada lîstikvaniyê de jî bû xwedî tecrube. Di projeyên rêzefîlmên wek  ‘Hayat School’, ‘El-Başa’ û ‘Hind Khanom’ de cih girt, kêrhatiya wê ya piralî û bi hebûna xwe ya bi hêz a dinyaya huner û medyayê de careke din îsbat kir.