Li Îranşehrê zaroka 15 salî ya Belûc ji ber xemsariyê mir
Li Îranşahrê zaroka Keç a 15 salî ya Belûc, piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê xirabtir bû, mir. Malbata zarok, derengmayîna destwerdana bijîşkî, nebûna bijîşkekî pispor û dereng veguhastina wê ya ji bo Zahedanê wekî sedema mirina wê destnîşan kirin.
Navenda Nûçeyan – Li Îranşahrê zaroka Keç a 15 salî ya Belûc, şeva 13’ê Îlonê li Nexweşxaneya Îranê ya li Îranşahrê jiyana xwe ji dest da. Malbata zarok, bertek nîşanî pêvajoya dermankirinê da û ji rêveberiya nexweşxaneyê daxwaz kir ku der barê xizmeta bijîşkî ya hatibû pêşkêşkirin û şopandina rewşa wê de, hesab bide.
Li gorî raporên Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûcan, zaroka keç di rewşeke krîtîk de rakirine nexweşxaneyê. Lêbelê, malbata wê diyar kir ku nebûna pispor û derengveguhastina wê ya ji bo Zahedanê pêvajoya dermankirinê paşxist û di encamê de bû sedema mirina wê.
‘Xemsariya bijîşkî bû sedema mirina keça me’
Malbatê, diyar kir "xemsariya bijîşkî" bûye sedema mirina keça wan û daxwaza lêkolîneke serbixwe ya li ser pêvajoya dermankirinê û zelalkirina berpirsiyariyên karmendên tenduristiyê û rayedarên nexweşxaneyê kir. Der barê cureya nexweşî an jî rewşa wê ya tenduristiyê û sedema fermî ya mirinê de tu hûrgiliyên zêdetir nehatin dayîn.
Mirina zaroka keç, careke din fikarên nişteciyên Sîstan û Balûçistanê ên bi taybetî ku li bajarên derveyî navenda parêzgehê dijîn zêde kir. Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûcan, bang kir ku balê bikşînin ser vê dozê û rayedarên tenduristiyê der barê pêvajoya dermankirina zaroka kçe de berpirsiyar bên girtin.