Jinên Suryan: Entegrasyon tenê bi naskirina mafên wekhev û zimanî pêkan e
Jinên Suryan yên li Hesekê li ser pêvajoya entegrasyona di navbera HSD’ê û hikûmeta Şamê de diyar kirin ku divê mafên çandî, zimanî û siyasî yên hemû pêkhateyan werin parastin û bal kişandin ku aştî bi çareseriya siyasî û beşdariya demokratîk pêkan e.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Peymana 29’ê Çileya 2026’an ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Şamê ya demkî de hat îmzekirin; bû bingeh ji bo pêvajoya entegrasyonê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de. Armanca vê pêvajoyê yekgirtina sazî û dezgehên dewletê, xurtkirina aramiyê û vekirina riya çareserkirina pirsgirêkên siyasî û mafî bi riya diyalog û beşdariyê ye, li ser bingeha hemwelatîbûn û mafên wekhev.
Li aliyekî din li bajarên Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn û ev hevjiyana bi salan, weke tabloyeke mozaîk hatiye xemilandin pirçandî, zimanî û hebûnî nîşan dide.
Têkildarî vê mijarê pêkhateyên Suryan ên parêzgeha Hesekê, endamên Yekîtiya Jinên Suryan, parêzer Rîma Merşo û Cîgira Meclîsa Hesekê ji nûçegihana ajansa me re nirxandin kirin.
‘Entegrebûna saziyan û çareserkirina pirsgirêkên aborî’
Parêzer Rîma Merşo, diyar kir ku gelê Hesekê bi giştî bi çavên erênî li entegrasyonê dinêre û hêvî dike ku ev pêvajo bibe destpêka pêşerojeke ewle û aram ji bo herêmê.
Parêzer Rîma Merşo, bal kişand ser girîngiya vekirina sazî û dezgehên hikûmeta Sûriyeyê, wekî qeydên sivîl, pasaport û koçberî, dadgeh û sendîkaya parêzeran û got ku entegreya van saziyan divê di demeke nêz de bê temamkirin.
Rîma Merşo, der barê pirsgirêkên aborî û jiyana rojane de got ku kêmbûna sotemenî, elektrîk û bilindbûna bihayan bandorê li ser jiyana gel dike û hikûmeta Sûriyeyê divê van pirsgirêkan bi awayekî cidî û rêkûpêk çareser bike û wiha berdewam kir: “Hesekê ji herêmên dewlemend ên petrol, genim û pembû ye û çavkaniya wê ye. Ne rast e ku herêm bi kêmbûna mazot û sotemeniyê re rûbirû bimîne.”
‘Mafên zimanî û çandî bingeha entegrasyonê ne’
Parêzer Rîma Merşo, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser parastina mafên ziman û çandî yên hemû pêkhateyan û destnîşan kir ku entegrasyon divê li ser bingeha rêzgirtina çand û zimanên hemû gelan bê avakirin û wiha anî ziman: “Nasîna mafên zimanî û çandî garantiyek ji bo hemû pêkhateyan e.”
Her wiha Rîma Merşo, pêşniyar kir ku di perwerdeyê de zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî bên bikaranîn û got ku ev ziman her yek nûnertiya dîrok û çandeke girîng a herêmê dike. Rîma wiha pê de çû: “Çandek divê çandeke din tune neke divê bingeha pêvajoyê hevbeşiya çandan û çanda yekbûnê be”
Her wiha got ku hikûmet divê mafê hînkirina zimanên cuda di dibistanên giştî û taybet de nas bike, pirtûk û bernameyên perwerdeyê jî dikarin werin wergerandin ji bo zimanên Kurdî û Suryanî.
‘Pêwîst e destûra nû bi erêkirina hemwelatiyên Sûriyeyê were çêkirin ‘
Der barê destûra nû ya Sûriyeyê de, parêzer Rîma Merşo got ku amadekirina destûrê divê pêvajoyeke berfireh be û her bendek bi baldarî bê xwendin û nîqaşkirin.
Di dawiyê de parêzer Rîma Merşo, destnîşan kir ku destûr divê ji gelê Sûriyeyê re bê pêşkêşkirin û di dawiyê de gel bikaribe li ser naveroka wê dengê xwe bide û wiha domand: “Her hemwelatiyeke Sûriyeyî mafê wî/ê heye li ser her bendê nêrîna xwe bîne ziman. Bi taybetî ger wê bendê mafên wî/wê garantî neke.”
‘Baweriya hevbeş bingeha pêvajoya entegrasyonê ye’
Cîgira Meclîsa Hesekê Xatûn Îsa jî diyar ku entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de dikare ji bo parastina aştiya civakî roleke girîng bilîze û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Entegrebûn dikare bibe destpêka avakirina Sûriyeya nû ku tê de hemû pêkhate bi hev re beşdar bibin û mafên wan bên parastin, bêyî ku pêkhateyek ji pêvajoyê were derxistin.”
Xatûn Îsa, bal kişand ser girîngiya baweriya hevbeş û got ku bêbaweriya di navbera aliyên cuda de, dibe ku pêvajoya entegreyê bi astengiyan re rûbirû bihêle.
Xatûn Îsa daxwaz kir ku mafên karmendên Rêveberiya Xweser û saziyên dewletê bên parastin û hilbijartina wan li gorî pisporî, ezmûn û pîvanên karê wan bê kirin, bêyî ku pêkhateyek ji mafên xwe bêpar bimîne.
Xatûn Îsa, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku entegrebûn divê tenê bi hevkariya saziyan nebe, pêdivî bi gavên siyasî, civakî û yasayî heye, da ku pêvajoyeke domdar û bi baweriya hevbeş bê avakirin.