Rojnamevan Sema Bîngol bû hedefa medyaya alîgirên hikûmetê
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol ku di dema bîranîna Ethem Sarisûlûk de li Enqerê di 1’ê Hezîranê de hatibû binçavkirin û piştre serbest berdan, bû hedefa dezgehên medyayê yên alîgirê hikûmetê.
Navenda Nûçeyan – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê MA’yê Sema Bîngol, di 1’ê Hezîranê de di dema bîranîna Ethem Sarisûlûk de li Enqerê hatibû binçavkirin û piştre hat berdan. MKG û DFG’ê ragihand ku Sema Bîngol ji aliyê alîgirên hikûmetê ve hedef hatiye girtin û bertek nîşan dan.
Ensonhaber û Akît ku berê bi karanîna agahiyên ku ji hêla polîsan ve hatine dayîn gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên muxalif hedef girtine, vê carê rêbazên wekhev bikar anîne da ku rojnamevan Sema Bîngol û endamên malbata wê hedef bigirin.
Tevahiya şopandinan wek sûc hatine diyarkirin
Panzdeh çalakî û bûyerên ku Sema Bingol di sala 2026’an de şopandiye wekî "qeydên sûc" hatine rêzkirin. Ensonhaber û Akît Sema Bîngol bi sûcdarkirina şopandina wê ya çalakiyên 1’ê Gulanê û Cejna Newrozê û her wiha çalakî û bûyerên ku ji hêla Partiya DEM, HDK û OHD ve hatine organîzekirin, hedef girtin.
Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanên Dicle Fıratê li dijî hedefgirtina Sema Bîngol bertek nîşan dan. MGK’ê nerazîbûna xwe bi van gotinan nîşan da: “Em krîmînalîzekirina çalakiyên rojnamegeriyê û hedefgirtina hevkara me Sema Bîngol qebûl nakin. Nûçeyên ku rojnamevanek dişopîne, civînên çapemeniyê yên ku ew beşdarî wan dibe, pîrozbahiyên Cejna Remezanê, çalakiyên 1’ê Gulanê û çalakiyên civakî hemû beşên xwezayî yên karê rojnamegeriyê ne. Pêşkêşkirina nûçeyên wekî 'qeyda sûc' ne tenê rojnamevanek, di heman demê de mafê raya giştî yê agahdarkirinê jî hedef digire. Em careke din tekez dikin ku em ê hevgirtina xwe li dijî polîtîkayên hedefgirtin û bêrûmetkirina sîstematîk a li dijî rojnamevanên jin xurt bikin û em diyar dikin ku em li kêleka hevkara xwe Sema Bîngol in.”
‘Emê pêvajoyê bişopînin’
Daxuyaniya DFG’ê jî wiha ye: “Hedefgirtina endama me û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Sema Bîngol ku ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hate binçavkirin û paşê hate berdan, ji hêla hin dezgehên medyayê ve li ser bingeha agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê, êrîşek eşkere ye li ser azadiya çapemeniyê ye. Hê girantir hedefgirtina ne tenê rojnamevan di heman demê de endamên malbata wê jî ji hêla van weşanan ve ye. Ev rêbaza weşanê ku armanc dike rojnamevanan krîmînalîze bike, wan di çavê raya giştî de bêrûmet bike û wan bixe bin zextê, zirarê dide mafê raya giştî yê agahdarkirinê û azadiya çapemeniyê. Wekî DFG, em hevgirtina xwe bi Sema Bîngol re diyar dikin; em bang dikin ku dawî li polîtîkayên weşanê yên ku rojnamevanan hedef digirin û nefret û polarîzasyonê gur dikin, bînin. Em diyar dikin ku em ê li dijî weşanên ku hevkarê me hedef digrin gilî bikin û em ê pêvajoyê bişopînin.”