Hezar Nerexî: Kongreya me di pêşengiya jinan de pêngaveke nû çêkir

Di 1’ê Hezîranê de li wargeha Şehîd Rustem Cudî Kongreya 4’emîn a gel hat lidarxistin. Hevseroka nû Hezar Nerexî got ku di kongreyê de hêz û îradeya jinê di asteke bilind de derketiye pêş.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Kongreya 4’emîn a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku wekî pêngaveke nû ya xurtkirina pergala xwe birêxistinkirina civakî hat pênasekirin, di 1’ê Hezîranê de bi dirûşmeya “Sosyalîzma Netewe Dewletê Ber Bi Têkçûyînê, Sosyalîzma Civaka Demokratîk Ber Bi Serkeftinê Ve Dibe” hat lidarxistin.

Kongreya ku bi tevlîbûna 470 deleyan hatibû destpêkirin, piştî nîqaşên 5 rojan ên li ser rewşa siyasî, rêxistinî û xebatên du salan bi serkeftî bi dawî bû. Di kongreyê de şopandina nirxandinên Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan û parastina destkeftiyên wargehê bûn rojevên sereke. Kongre di roja 5’emîn de piştî bijartina hevserokatiya nû, bi xwendina encamnameyê dawî bû. Li gorî hilbijartinên ku di kongreyê de hatin kirin jî, Hezar Nerexî û Bedran Pîranî wekî hevserokên nû yên Meclîsa Gel hatin bijartin.

Hevseroka nû ya Meclîsa Gel a wargehê Hezar Nerexî encam, girîngî û plansaziya kongreya 4’emîn a gel ji ajansa me re nirxandin.

‘Lidarxistina kongreyê di 1’ê Hezîranê de ji bo me xwedî wateyeke cuda bû’

Hezar Nerexî di destpêka axaftina xwe de tevahî Şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û bi van gotinan bal kişand ser girîngiya kongreyê: “Bi taybetî lidarxistina kongreyê di 1’ê Hezîranê de ji bo me xwedî wateyeke cuda bû. Di vê pêvajoyê de nirxandina xebatên du salan, perspektîfên Rêbertî û rêxistinî, bi taybetî jî rewşa wargehê bi hûrgulî hatin nirxandin. Di kongreya ku 5 rojan berdewam kir de, kêmasiyên ku di nava du salên borî û zehmet de rû dane, hatin destnîşankirin. Her wiha famkirina pêvajoyê û li gorî vê yekê meşandina xebatan jî rojevên herî girîng ên kongreya me bûn.”

‘Mijara herî girîng a kongreyê rewşa Rêbertî bû’

Hezar Nerexî bal kişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de li aliyekî şerê cîhanê yê sêyemîn dihat meşandin, li aliyê din jî hewldanên Rêbertî û tevgera me, tevî ku Rêbertî berpirsyarî girt ser milê xwe û tevgerê jî li gorî vê yekê pêngav avêtin, pêvajo yekalî ma. Wekî wargeh, em parçeyekî vê têkoşînê ne. Di van 30 salên penaberiyê de, dilsoziya bi Rêbertî, tevger û şehîdan re erka me ya sereke bû. Ji ber vê, rojeva herî sereke ya kongreya me rewşa Rêbertî û pêvajoya siyasî bû. Li hemberî kêmasiyên hatine jiyîn rexne û rexnedayîn bipêş ketin û nirxandinên kûr hatin kirin. Her wiha plansaziya du salên pêş me hat diyarkirin.”

‘Kongre di pêşengiya jinan de birêve çû’

Hezar Nerexî ragihand ku di vê kongreyê de reng û dengê jinê bi awayekî vekirî derket pêş û wiha domand: “Bi taybetî wekî jin, xwedîderketina li Rêbertî, pêvajoyê, jinan, ciwanan û wargehê, di asta herî bilind a nîqaşên wan de bûn. Ango mirov dikare bibêje ku kongre di pêşengiya jinan de birêve çû. Herwiha hêz û îradeya jinê di asteke bilind de xwe da pêş.”

‘Hewldana me ya sereke dê pêkanîna biryarên kongreyê be’

Hezar Nerexî herî dawî qala hilbijartina hevserokatiyê ya di kongreyê de kir û ev tişt gotin: “Di encama hilbijartina kongreyê de, ez û hevalê Bedran wekî hevserok hatin hilbijartin. Ev yek ji bo me pir bi nirx bû û hêzeke mezin da me. Civakê em hilbijartin û me layiqê vî karî dîtin. Erka dikeve ser milê me jî ew e ku em layiqî vî karî bin. Di kongreyê de biryarên girîng hatin girtin û armanca me ya bingehîn pêkanîna van biryaran e. Li gorî perspektîfên kongreyê, em ê hewl bidin ku di van du salên pêş de bi xebatên xwe bibin layiqî Rêbertî û şehîdan.”