Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn wê bên bîranîn

Li Silêmaniyê wê sibe rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn di 40 rojiya şehadeta xwe de bi merasîmekê werin bîranîn.

Silêmanî – Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi balafira bêmirov û biçek wesayîta ku rojnamevanên çapemeniya azad tê de bûn hate bombebarankirin. Di encama êrişa hovane de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.

Sibe wê sibe rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn di çil rojiya şehadeta xwe de, bi merasîmekê werin bîranîn.

Merasîm sibe saet 14:30’an li ofîsa Kompanyaya Çetir ya li Silêmaniyê bê lidarxistin.