‘Pêdiviya bi hezaran zarokên Xezayê bi lênerîna tibî heye’

Nîvîskar Tamara Al-Haddad diyar kir ku êrişên Îsraîlê ên berdevam li ser Zîvala Xezayê milê vê yê mirovî hîn kurtir kiriye û got ku pêdiviya bi hezaran jinên ducanî û zarokan bi derzî lêdan û lênerîna tibî heye.

 RAFIF ESLEEM

Xeza – Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Lêkolînvan û nîvîskar Tamara Al-Haddad encamên şer ên bi xwe re anî ji ajansa me re axivî. Tamara Al-Haddad diyar kir ku ji ber şer bi hezaran zarokên Xezayê ji ber kêm xwarinê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Pêşiya me zivistan e û mirov dê nikaribin xwe ji şert û mercên zivistanê biparêzin. Konên heyî li gor zivistanê yanî ne li gor baran, herî û bayê ne. Dibe ku di konan de ji ber sermayê mirin jî çêbibin.”

‘Îsraîl agirbestê red dike’

Tamara Al-Haddad  di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di şer de alîkariyên mirovî ku digihêjin heremî di destpêkê de digihînin sîvîlan û wiha pê de çû: “Li Xezayê binesazî, awahî, kolan hatin hilweşandin. Alîkariyên mirovî nikarin biçin sîvîlan. Îsraîl beyî ku daxwaz û hincetan agirbestê red dike. Îsraîl agirbestê ji bo Filistiniyan wek fersendê dibine ku di aliyê leşkerî de xwe ji nû ve kom bikin. Tevgera Hemasê jî pêdîviyên gel berçav derbas nake û hedefa wî ya destpêkê li Xezayê hebûna Îsraîlê di aliyê leşkerî de ji holê rakirin e. Ji ber vê yekê rûxmê zextên navneteweyî û mirovî wisa xuya dike ku dê pevçûn berdewam bikin. Ger şer berdewam bike ji bo sîvîlên ku nikarin xwe bigihînin malên xwe giringiya agirbestê hîn zêdetir dibe.

‘Pêdîviya bi hezaran zarokan bi lênerîna tibî heye’

Tamara Al-Haddad anî ziman ku ji ber şer bihezaran jin hevjînê xwe winda kirine û wiha berdewam kir: “Jinên ku hevjînê xwe winda kirin neçar man barê malê bi tena serê xwe hilgirin. Pêdîviya bi hezaran jinên ducanî û zarokan bi lênerîna tibî heye. Îsraîl şev û roj bi taybetî li cîhên qelebalix de serdegirtinan dike. Derûniya zarok û jinan ji ber dengê bombe û guleyan xirab bûye. Hebûna balafirên bêmirov bi şev di nav mirovan de dibe sedema tirseke.”

Gihîştina pêdiviyên jiyanê yên bingehîn zehmet dibe

Tamara Al-Haddad da zanîn ku ger agirbestek çêbibe bi hezaran zarokên li Xezayê dikarin perwerdeya xwe bidomînin û anî ser ziman: “Hêzên Îsraîlê piraniya navendên perwerdeyê, çi dibistan û çi zanîngeh, kirin hedef. Beriya şer rojane 600 kamyon ji bo dabînkirina hewcedariyên şêniyên bajêr derbasî Zîvala Xezayê dibûn. Lê belê, niha rojane tenê 10 kamyon an jî îhtîmala herî baş 26 kamyon dikevin Zîvala Xezayê. Mirov nikare li bazaran bigihêje pêdiviyên jiyanê yên sereke yên wekî cil, pêlav û xwarinê."

'Rewşa qirkirina sîstematîk heye'

Tamara Al-Haddad di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku her tiştê Îsraîlê ji destpêka şer û vir ve kiriye binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û wiha bi dawî kir: "Astengkirina agirbestên mirovî û qirkirina sîstematîk li van binpêkirinan hatin zêdekirin."