Rojnamevan Şeza El-Hac Mubarek hat berdan

Rojamevana Tûnisî Şeza El-Hac Mubarek piştî du sal û nîvan hat berdan û ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê ve hate pêşwazîkirin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî yên Tûnisê piştî berdana rojnamevan Şeza El-Hac Mubarek, duh bi merasîmek bi tilîlî û gulan hat pêşwazîlkirin û hejmarek zêde jin û mêrên rojnamevan beşdar bûn. 

Di merasîma pêşwazîkirina rojnamevan Şeza El-Hac Mubarek ji aliyê Sendîkaya Rojnamevanên Netewî yên Tûnisê ve hat lidarxistin de, spasiya hevpîşeyên xwe û sendîkayê kir û diyar kir ku di vê pêvajoya zor de wê û malbata wê bi tenê nehiştine. 

Şeza El-Hac Mubarek da zanîn ku ew li dijî welat ne di nava komployan de ye, heta roja dawî ya danişînê parastina xwe kiriye û parastina li dadgeha temyîzê jî domandiye. 

Di daxuyaniya ku Sendîkayê weşand de, careke din hat diyarkirin ku azadiya rojnamevan û xebatên rojnamevanan bi hev ve girêdayî ye. Da zanîn ku rojnamevan di dema li ser erkên xwe de ne rastî zext û gefan tên û her wiha banga avakirina qadeke bi ewle ji rojnamevanan re hat kirin û hat bibîrxistin ku ev bi destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ketine bin temînatê.

Sendîkayê destnîşan kir ku wê parastina hemû rojnamevanên jin û mêr bidomînin, ji bo parastina azadiya çapemeniyê û pêkanîna rûmeta kesên di vê qadê de dixebitin, ji tu hewldanan xwe nadin paş.

Xwişka rojnamevan Şeza El-Hac Mubarek, spasiya hemû endamên çapemaniyê ku piştevaniya xwişka wê kirine kir û di heman demê de diyar kir ku ew di wê hêviyê de ye hemû girtiyên bê sûc werin berdan. 

Piştevanî û destek

Seroka Yekîneya Şopandina Navenda Ewlehiya Pîşeyî ya girêdayî Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî yên Tûnisê Havla Şebas, diyar kir ku piştî berdana Şeza El-Hac Mubarek ket navendê, ji aliyê hevpîşeyê xwe ve bi awayekî hestiyar hat pêşwazîkirin û got: “Ev doz weke doza beriya wê ya rojnamevan Halîfe el-Qasimî, li dijî zoriyên ku rojnamevan rast tên girîngiya pîşeyî û piştevaniya civakî radixe ber çavan. Bi taybetî her dem jin rastî êrîş, gefan tên. Piştevanî ji bo em hev biparêzin ji her demê zêdetir pêwist e. Di doza Şeza û dosyayên din de rojnamevanan li ser medyaya dîjîtal kampanyayên piştevaniyê dan meşandin. Kampanyayê di raya giştî de destekek ji bo doza rojnamevanan da avakirin. Rojnameven rastî şopandina edlî tên, ew û malbatên wan tên hedefgirtin, di rewşên rastî gef û cureyên cuda yên tundiyê hatine de girîng e di pêkanîna ewlehiya li qadê de rola jiyanî bilîzin.”

‘Keça min aşiqê gotina azad bû’

Li aliyê din dayîka Şeza El-Hac Mubarek, Reşîde el-Hac Mubarek di roportaja daye ajansa me de, kêfxweşiya xwe ya berdana keça xwe anî ziman û diyar kir ku mirov rastî rewşên ku nexwaze tên lê belê wê her tarîtî bi dawî bibe û roj derbikeve û got: “Ez spasiya hemû endamên medyayê û Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî yên Tûnisê ku di vê dema zor de li kêleka keça min bûn dikim.”

Reşîde el-Hac Mubarek îfade kir ku keça wê ji zarokatiyê ve aşiqê gotin û peyvan e û qada rojamevaniyê zindî kiriye û tevî astengiyên rastî hatiye gelek ji pîşeya xwe hez dike û got: “Tiştên ku ji bo hinek kesan ji rêza dihatin dîtin, ji bo wê serkeftinên mezin bûn. Şeza Mubarek xwedî îradeyek bi hêz, ruhê têkoşînê û jîr bû. Tiştên hatine jiyîn weke tiştek ji rêzê pênese kir û dibe ku bi serê her kesê ve were.”