Li Kirmaşanê hefteyek: Zext, kuştin û qutkirina têkiliya bi cîhanê re

Bi pêla çalakiyên ku li herêmên cuda yên Îranê belav bûnre , li bajarê Kirmaşanê zext zêdetir bûn. Li bajarê ku gelek mirî û birîndar hene, hikumetê înternetê birî, gule bera xwepêşanderan da û gelek hêzên ewlekariyê hatine bicihkirin.

Kirmaşan – Îran, ji dawiya Kanûna 2025’an ve heta niha, ji ber krîza aborî û ketina nirxê pere, bû cihê çalakiyên li dijî rejîmê û bi rojane çalakiyên protestoyî yên mezin didomin. Bi ketina sala 2026’an re pêla çalakiyan mezintir bû û bi vê yekê re internet hat birîn û zext zêdetir bûn.

Ji 8’ê Çileyê ve heta li tevahiya welat grevan dest pê kir û hevgirtina bi çalakiyên girseyî re zêdetir bû, li Kirmaşanê beşdarî zêde bû. Rayedar ji bo ku pêşî li belabûna agahiyan bigrin, înertenê birandin lê vê yekê jî pêşî li berxwedana çalakgeran negirt. Çavdêriyên ji herêmê, nîşan didin ku gel çalakiyên xwe bi biryardarî didomîne.

Mirov bi zanîn tên hedefgirtin

Şahideke ku ji binçavkirinê xwe xilas kir, got ku yek ji hêzên ewlekariyê rasterast çend caran gule berdane û da zanîn ku mirov bi zanîn ji bo kuştinê tên hedefgirtin. Çalakgerek din a ku li Taxa Gulistan bi tifinga seydê birîndar bûye jî diyar kir ku tenê ji ber li çerxeriyê pê li korneya wesayîdê kiriye hatiye hedefgirtin.

Raporên li qadê nîşan didin ku ne tenê yekîneyên leşerî, gelek hêzên ewlekariyê yên bi cilên sivîl jî li konanan belav bûne. Şahidek diyar dike ku dema ji pencereya mala xwe dirûşma “Ji dîktator re mirin” avêtiye, hinek jinên li kolanê bi dengê bilind jê re gotine k mala wê hatiye tesbîtkirin. Çavkaniyek nêzî Daîreya Ceza ya Kirmaşanê ragihand ku ji cihên kar ên ku qadên çalakiyan ji wan xuya dikin, talîmat hatiye dayîn ku kamerayên ewlekariyê werin rakirin her wiha li herêmên weke Simarî Dom, Nobahar û Hafeziye, ji bo girtina agahiyan balafirên bêmirov  tên bikaranîn.

Çalakî didomin

Tevî zext û dorpêçê jî çalakî didomin. Ji ber birandina înternetê û xetên mobîl, ragihandin nemaye, ji welatiyan re ji cihên ku girêdayî dewletê ne peyamên gefxwarinê hatin şandin. Di wan peyaman de çalakger weke “komên terorîst” hatin binavkirin û malbat ji bo “kontrolkirina zarokan” hatin hişyarkirin.

Tevî birandina înernetê ya ku hefteyek e didome, dikandarên Kirmaşanê jî greva xwe didomînin û hikumet bang dike ku li dijî çalakiyan çalakî werin lidarxistin. Li gorî şahidan gelek kesên ku tevlî van meşan bûne, xebatkarên giştî, leşker û malbat bûne.

Birîndarên ku tên veşartin û navendên binçavkirinê

Tevî ku gelek mirî birîndarên giran hene jî; ji ber ku gelek birîndar newêrin biçin nexwexaneyan, li malên xwe derman dibin. Vê rewşê, dibe sedem ku jiyana wan bikeve xeterê. Li gorî şahidan, Lîseya Îtîklalê (Nobahar), Navenda Perwerdeya Bedenê û saziyên sivîl ên weke Daîreya Îslehê veguherandine navendên ewlekariyê, kesên ku hatine binçavkirin û birîndaran berê li wir girtine dûre jî ji bo lêpirsîn û îşkenceyê birine cihê din.

Ji dema destpêkirina protestoyan ve heta niha, gelek kes hatine girtin, rayedar hewl didin bi girtina mirovan, aktivîstên civaka sivîl û kesên ku berê dihatin şopandin, ji bo hedefgirtinê bi kar bînin.

Birandina têkiliya bi cîhanê re

Rejîma Îranê bi birandina înternetê û destdanîna ser antênan, hewl dide Îranê ji cîhanê îzole bike û bingeha komkujiyên mezin ava bike. Van gavan, ne tenê aliyê zexta hundirîn, di heman demê de hewldana astengkirina rastiyan e.

Li hemberî vê li Kirmaşan û bajarên din, grev û çalakiyên protestoyî didomin. Ev yek jî nîşan dide ku civak tevî hemû zextan jî dest ji daxwazên xwe bernade. Hikumet jî van tevgeran bi gotinên;  “îsyan” û “xebatên teror” bi nav dike û hewl dide zextan meşrû bike.

Birandina tekiliya Îranê ya bi cîhanê re tenê ne rêbaza zextê ye; hewldana bêdengkirina şahidan û veşartina delîlên sûcên ku hatine kirin e.