Rojnamegerên Tûnisî bertek nîşanî dozên siyasî dan

Sendîkaya Rojnamegeran a Neteweyî ya Tûnisê, diyar kir ku dozên li dijî rojnamegeran siyasî ne xwestin rojnamegerên girtî werin berdan.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Sendîkaya Rojnamegerên Neteweyî ya Tûnisê, bi daxuyaniyek dozên siyasî û zextên li ser azadiyê şermezar kir. Sendîkayê xwest rojnamegerên girtî werin berdan, bêalîbûna medyayê û azadiya ramanê bikeve bin temînatê.

Sendîkaya Rojnamegeran a Neteweyî ya Tûnisê, li ser dozên ku li rojnamegeran tên vekirin, civînek li dar xist. Sendîkayê diyar kir ku dozên tên vekirin ne adil in, bi armanca çewisandin û bêdengkirina rojnamegeran tên vekirin.

Ji 25’ê Cotmeha 2021’ê ve heta niha gelek rojnameger, xebatkarên medyayê, siyasetmedar û aktivîstên civaka sivîl; bi sûcdariyên; teror, pereyê reş an jî komploya li dijî ewlehiya dewletê hatine girtin. Ji wan rojnamegeran hinek hatine berdan, hinek ji wan jî hê di girtîgehan de ne.

Ji bo rojnamegeran kampanyaya îmzeyan

Sendîkayê, di civîna çapemeniyê de diyar kir ku kampanyaya îmzeyê bi sernavê “Ji bo çapemeniya xwerbixwe û rojnamegerên azad azadiya ramanê” daye destpêkirin. Her wiha hat diyarkirin ku armanc bi kampanyayê ew e ku bêalîbûna medyayê, mafê gihîştina medyaya bêalî ya welatiyan û parastina rojnamegeran e ji bo peywira xwe bi azadî bi cih bînin.

‘Ji ber durustbûna xwe hat hedefgirtin’

Aktivîsta sivîl û xwişka rojnamegerê girtî Mûrad ez-Zugaydî Meryem ez-Zugaydî jî di dema civaîna çapemeniyê de axivî, darizandinê weke “şanoyek” bin av kir. Meryem ez-Zugaydî diyar kir ku birayê wê bi dursutbûn û hezkirina xwe ya ji bo welat tê nasîn, got ku bi sûcdariya terorê girtina wî ji derveyî aqil e. Her wiha diyar kir ku Murad ez-Zugaydî yê ku bi sûcên giran tê darizandin, ji ber ku destek da hempîşeyên xwe Muhammed Buglab û Burhan Besîs hatiye hedefgirtin.

Keça wî jî bal kişand ser zoriyên ku malbata wan dişkîne, got ku bavê wê 21 meh in ji ber ramanên xwe di girtîgehê de ye.

‘Girtina wan gefa li ser ramana azad e’

Rojnameger û nivîskar Asya Atrus jî bal kişand ku heta medyaya azad tunebe demokrasî ava nabe û diyar kir ku darizandina rojnamegeran bi zagonên terorê, li Tûnisê ji aliyê azadiya ramanê ve gefa herî mezin e. Asya Atrus, diyar kir ku gelek rojnamegerên ku tên nasîn û xwedî îtîbara pîşeyî ne îro di girtîgehan de ne, got ku cihê rojnamegeran ne girtîgeh kursiyên ku rastî ji raya giştî re tên ragihandin e.

Aktivîst Melîka Hayunî jî bal kişand ku divê rojnameger xwedî rexne û azadiya raanê bin û da got ku darizandina kesan ji ber rastiyan anîne ziman nayê pejirandin û diyar kir ku ew ji tabloya li Tûnisê pir xemgîn bûye, naxwaze zarok an jî neviyên wê ji bo lêgerîna azadiyê neçar bimînin welat biterikînin.