Rojnamegera Filistînî: Jin ji her alî ve bi tundiyê re rûbirû ye
Lêkolîner û Sekretera Desteya Rêveber a Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî Bidaa Muamer da zanîn ku jinên Xezayê xwedî rolek pêşeng û girîng bûn, lê şerê ku qewimiye ew ji van rolan dûr xistin û valahiyek di jiyana jinan de çêkir.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Berî şerê Cotmeha 2023'an jin û jinên ciwan li Şerîda Xezayê di warên civakî, aborî, siyasî, çandî û heta zagonî de rolên pêşeng dilîstin. Lê dema şer destpê kir, ew rol di nav jiyana dijwar a li ser wan hatiye ferzkirin de winda bûn. Her wiha bidestxistina mafên xwe û pêkanîna potansiyela xwe mîna tiştê herî dawî yê li ser bifikirin didîtin.
'Şer jinê ji cihên pêşeng û biryardayînê dûr xist'
Lêkolîner û Sekretera Desteya Rêveber a Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî Bidaa Muamer behsa jiyana ya berî û piştî şerê li Xezayê kir. Bidaa anî ziman ku berê jiyan sade û hêsan bûye û bi van gotinan behsa jiyana niha ya dijwar kir: “Lê niha di navbera çêkirina xwarinê ya li ser agir, sekinandina di dora ji bo avê de, lêgerîna cihekî ji bo stendina alîkariya mirovî û heta mezinkirin û perwerdekirina zarokan a di nav nebûna dibistanan de ye. Ev hemû astengiyên ku barê jinên Filistînî girantir dikin, rê nadin ku jin li ser armancek din bisekinin. Ev şêwaza jiyanê ji bo jin û dayîkên ku dixebitin her ku diçe dijwartir dibe. Ev rol pir westiyayî ne û hişê jinê û piraniya enerjiya wê dagir dikin. Lewma jî nikare li ser rolên din ên serokatiyê bifikire. Jinek ku birçî ye, dê çawa li ser rolên serokatiyê bifikire? Di roja xwe ya dirêj û westiyayî de di rewşa herî baş de tenê xwarinek bibîne wê çawa be?”
'Şer hemû hewldan têk birin'
Bidaa Muamer da zanîn ku di nav rolên pêşeng ên ku jinên Xezayê berî şer lîstin de, lobiya ji bo pejirandina qanûnek parastina malbatê hebûye û van hewldanan wiha vegot: “Dema ku komek çalakvanên mafên jinan dîtin ku zagonên heyî yên li Filistînê ji bo parastina jinan têr nakin, serî li dadgehê dan. Bi kampanyayên dîjîtal û meydanî piştevanî dan hewldanên xwe û li deriyên Encumena Zagondanînê xistin heta ku daxwazên wan hatin bicîhanîn. Ew li ber pejirandina zagonê ya li ser rûyê erdê bûn. Lê mixabin şer qewimî û ew hewldan têk birin.”
'Jin ji her alî ve bi tundiyê re rûbirû ye'
Zagona Parastina Malbatê girîng e. Ji ber ku ew ji bo kesên ku ji sûcên tundiyê û şîdeta li ser bingeha zayendî bi bandor bûne, rihetiyê peyda dike. Îro, di şerê berdewam de, jin ji her alî ve bi tundiyê re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî tundiya siyasî. Jin bûne mexdûrên kuştin, girtin û westandina tenduristî, bedewî û jinbûna xwe.
Bidaa Muamer derbarê rolên pêşengtiyê de destnîşan kir ku jinan xeyal dikirin ku bibin wezîr û kursiyan di hikûmetê de bi dest bixin û bi mêran re pêşbaziyê bikin. Bidaa, bi van gotinan qala wan rojan: “Jinan di partî, komele, sendîka û piraniya navendên biryardayînê de cihên girîng lîstin. Heta jinan daxwaza bilindkirina kotayê ya bi qasî ji sedî 50 kirin. Bi armanca pêkanîna wekheviya di nav jin û mêr de vê kotayê xwestin. Lê şer ji ya ku xeyal dikirin bihêztir û tundtir bû.”
'Nebûna parastin û hişyariyê pirsgirêkek din e'
Bidaa Muamer di berdewama gotinênxwe de diyar kir ku jinan beriya şer di hemû aliyên jiyanê de roleke pêşeng dilîstin û wiha pê de çû: “Di warên cûrbicûr de jî rol dilîst. Mîna bijîşk, mamoste, hiqûqnas, birêvebirina gelek projeyên geştiyariyê, pîşesaziya kozmetîk û berhemên şîr û penêr. Di heman demê de dixwestin ku bibin xwedî armancên siyasî ku bi riya wan bikarin welatê xwe li gor vîzyona xwe û li gor hewcedariyên xwe ava bikin. Nebûna parastina jinan jî, pirsgirêkên jinan zêdetir dike. Jin pêşî ji êrîşên hewayî û bejahî yên ku ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatine destpêkirin û dû re jî ji cureyên tundiyê, hewceyî parastinê ne. Jinên Filistînî dikarin serkeftinê bi dest bixin, ew jixwe rêber in. Lê rolên ku ew xeyal dikin li gorî rastiya ku ew tê de dijîn, nînin.”
Şer di jiyana jinan de valahiyek çêkir
Ev xeleka xirab bi nebûna hêzdayîna jinên ciwan ên Filistînî temam dibe. Şer hemû rol û xeyalên jinan têk bir. Gelek ji wan ji perwerdeyê bêpar man û yên din neçar kirin ku bi zorê bizewicin. Tirs serdest bû. Şer di navbera pêşengên jin û jinên ciwan ên ku hê jî di destpêka jiyana xwe de bûn, valahiyek çêkir.