Rojnamegera bi tundiya mêr birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Rojnameger Semra Demîrellî ku li Xarpêtê ji aliyê Vehap Selîm Çetin ve bi çekê hat birîndarkirin, piştî 49 rojan ku di beşa çavdêriya taybet de tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Xarpêt – Nûçegihan Semra Demîrellî li Xarpêtê ji aliyê mêrê bi navê Vehap Selîm Çetin ve bi çekê bi giranî hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneya ku tedawî didît piştî 49 rojan jiyana xwe ji dest da.

Çi bûbû?

Li Xarpêtê, di 15’ê Mijdara 2024’an de Vehap Selîm Çetîn ê bi nûçegihana televîzyona herêmî Semra Demîrellî re di mala pê re dijî de, xwest qetil bike bi giranî birîndar kir. Fail Vehap Selîm Çetin ji cihê bûyerê reviya. Li ser îxbarê tîmên polîs û tendirustiyê hatin cihê bûyerê, fail Vehap Selîm Çetin ku ji cihê bûyerê reviya, li bajarokê Akçakîraz întihar kir û jiyana xwe ji dest da. Semra Demîrellî jî li nexweşxaneya ku lê tedawî didît piştî 49 rojan jiyana xwe ji dest da.