Ji 5 Rêxistinên Jinan a li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojava peyama hevpar
5 rêxistinên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, destnîşan kirin ku ji bo piştgiriya Rojava pêdivî mudaxeleya navneteweyî ya lezgîn heye û diyar kirin kiryarên hovane yên van koman heman îdeolojiya DAIŞ’ê ye û êrîşên li ser gelê Kurd a Rojava şermezar kir.
Navenda Nûçeyan- 5 rêxistinên jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, peyamek hevpar weşandin û daxwaz kirin ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî demil dest ji bo parastina gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê tedbîran bigrin.
Rêxistinên jinan, di peyama xwe de diyar kirin ku çekdarên Ereb dest bi êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê kirine û sûcên dijî mirovane yên van koman ve dişibe îdeolojiya DAIŞ’ê.
Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku jin, dayik û jinên ciwan ên gelê Kurd hertim di bin hedefên destpêkê yên van êrîşan.
Di peyamê de wiha hate gotin: "Em wekî rêxistinên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên hovane yên li dijî gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û daxwaz dikin ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî li dijî van sûcan helwestek cidî nîşan bidin û demildest muxadele bikin.
Peyama hevpar ji aliyê van rêxistinan ve dayîn:
Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (Nina)
Rêxistina Jinên Kurd – Jinên Komela
Tevgera Jinên Kurdistana Îranê
Koordînasyona Komelgeha jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)
Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Kurdistana Îranê