Qamişlo û Hesekê di seferberiyê de ne: Serkeftin a me ye
Gelê Qamişlo û Hesekê beşdarî banga seferberiya Rêveberiya Xweser a li dijî êrîşên çeteyên cîhadîstên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin, bûn û Yekîneyên Parastinê ava kirin û peyama ‘Serkeftin a me ye’ dan.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Gelê Qamişlo û Hesekê beşdarî seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser îlan kiriye bûn û peyama berxwedanê dan. Li bajar gel li qadan in û Yekîneyên Parastinê ava kirin.
Gelê Qamişlo, di çarçoveya banga seferberiya Rêveberiya Xweser de, li çerxerêya Rojava kom bûn. Ji nûnerên Rêveberiya Xweser Ubet Ete daxuyanî da, diyar kir ku êrîş di asta komkujiyan de ne û da zanîn ku gelê Kurd û Rêveberiya Xweser dê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin.
‘Gelê Kurd teslîm nabe’
Ubet Ete wiha got: “Ev 14 sal in li dijî erdnîgariya me êrîş didomin. Di vê pêvajoyê de me 15 hezar şehîd, 24 hezar birîndar dan. Îro ev êrîş didomin. Gelê Kurd û Rêveberiya Xweser li dijî van êrîşan wê teslîm nebin. Bi berxwedana Egîd û Mazluman, bi têkoşîna Ziyad Heleb û Denîz Çiyayan, bi fedekariya Rojbîn emê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Emê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin.”
Li Hesekê Yekîneyên Parastinê hatin avakirin
Di çarçoveya banga seferberiya giştî de li Hesekê gel, ji şevê din ve li cihê lê ne çek rakirine û Yekîneyên Parastinê ava kirine. Li bajarê ku yek ji çeperên herî pêş e, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada bajêr hatin ba hev û ketin pozîsyona parastinê.
Di daxuyaniya ji aliyê welatên ku çek hilgirtine ve hatî dayîn de ev tişt hate gotin: “Em wek gelê Hesekê hemû bi hev re li vir in. Îro gelê Kurd parastina xwe dikin. Em xaka xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin diparêzin. Moralê me bilind e, em ji hêza xwe bawer in. Me çawa li Kobanê DAIŞ bin xist, emê îro jî li Hesekê hikûmeta Şamê û vê ferasetê têk bibin.”
Welatiyan bang li hemû gelan kirin û gotin: “Bila her kes li bajarê lê ye parastina xwe bikin. Hêza me pêşiya hemûyan e, moralê me bilind e. Dê serketin a me be.”
Peyama hevpar a çalakiyên Qamişlo û Hesekê, domandina biryardariya seferberiyê û parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.