Rojnameger Cîhan û Nazim tên bibîranîn

MKG û DFG dê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19ê Kanûna 2024an de hatibûn kuştin bernameya bîranînê li dar bixe.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19’ê Kanûnê de dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve hatin kuştin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê ji bo Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan di salvegera wan a yekem de bernameyek bîranînê li dar bixin.

MKG û DFG dê di 19ê Kanûnê de saet di 19:00an de li Navenda Kongre û Çandê ya ÇandAmedê bernameyek bîranînê li dar bixin. Her du komeleyan jî bi rêya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal banga beşdarbûna bîranînê kirin.