Li Mexribê lehî: Herî kêm 21 jiyana xwe ji dest dan
Di encama baran û lehiyên tund ên li bajarê Asfiyê de, 21 kes jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.
Mexrib – Lehî û baranên zêde yên li Mexribê, lawaziya binesaziyê û bandorên giran ên neyînî yên avhewayê ya li ser jinan û komên herî lawaz raxist berçavan.
Di şeva 14’ê Kanûnê de li herêma Asfiyê ya Mexribê, baran û lehiyên tund pêkhat. Ev karesat bû sedema windakirina can û milkê. Di encama lehîyan de 21 kes jiyana xwe ji dest dan û 32 welatî rakirine nexweşxaneyê.
Li Asfiyê bi taybetî li herêma bajarê kevin, zirarên cidî çêbûn; 70 mal û kargeh di bin avê de man, rê zirar dîtin û trafîk asteng bû. Rayedaran, xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin. Bandorên lehiyê li Tetuanê jî belav bûn; kolan û rê di bin avê de man, wesayît zirar dîtin, lê derbarê windahiyan tu agahî nehat dayîn. Dibistanan, îro ji ber sedemên ewlehiyê hatin girtin.
Jin di navenda karesatên avhewayê de ne
Karesetên lehiyan, xetereyên komên xeternak ên mîna jinên extiyar ên bê ewlehiya civakî raxist berçavan. Çîroka jina extiyar a kûzikvan, nîşan da ku karesatên xwezayî ji bo van jinan xetereyek zêde çêdikin û girîngiya amadekariya binesaziyê û polîtîkayên mudaxeleyê yên li ser bingeha zayendê anî rojevê.