Rojeva jinan aştî û yekitiya neteweyî ye: Jinên Kurd dê rola xwe bilîzin
Siyasetmedara Kurd Mulkiye Bîrtane 3’yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd nirxand diyar kir ku rojeva jinan, aştî û yekitiya neteweyî û got: “Aştî tiştek hêsan nîn e. Jinên Kurd vê yekê baş dizanin û dê di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed- Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Amedê bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve 3'yemîn konferansa xwe li dar xist. Ji bo konferansa ku di rojên 21-22’yê Hezîranê de hat lidarxistin, ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê nêzî 150 kes beşdar bûn. Di konferansê de çar atolyeyên bi navên cuda hatin lidarxistin.
Atolyeyên ku bal kişandin ser rol û misyona jinên Kurd
Di roja yekem a konferansê de 4 atolye hatine lidarxistin. Di atolyeyên mijarên; “Di parastina çand û zimanê Kurdî de, rola jinan” “Di avakirina civaka demokratîk de rola jinan”, “Di avakirina civaka demokratîk de rola jinan” û “Li dijî şîdeta li ser jinan rêbazên têkoşînê”hatin nîqaşkirin.
Di encamnameyê de balkişandina ser yekitiya neteweyî
Encamnameya konferansa ku du rojan domiya hat eşkerekirin. Di encamnameyê de bal hat kişandin ser rola jinên Kurd a di avakirina yekitiya neteweyî de, parastina çand û zimanê Kurdî, parastina nirxên civakî û rola wan a di pêvajoyên aştiyê û avakirina civaka demokratîk. Her wiha ji bo têkoşîna hevpar, bal hat kişandin ser diyarkirina nexşeriya ji bo têkoşîna hevpar.
Di encamnameyê de li ser “Banga aştî û civaka demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, hat diyarkirin ku bang di heman deme de “nexşeriya” jinên Kurd e. Di beşa dawî ya encamnameyê de jî bang hat kirin ku Kongreya Nedeweyî di demek nêz de kom bibe.
Siyasetmedar û parêzvana mafên jinan Mulkiye Bîrtane, li ser 3’yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji me re nirxandin kir.
‘Hatina jinan a ba hev hêviyê dide civakê’
Mulkiye Bîrtane bal kişand ku jin bi salan e hem ji bo aştiyê hem jî li dijî şîdetê têdikoşin û got: “Bêguman divê mirov hêjahiya xebatên ku di her pêvajoyê de hatine kirin bizanibe. Bi taybetî xebatên ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatine kirin, heta tu bibêjî girîng in. Di pêvajoyeke ku xebatên ji bo avakirina civakeke demokratîk hatine destpêkirin de, bi xebatên wiha kombûna jinan, hêviyê dide civakê.”
Ji aliyê Tevgere Jinên Azad (TJA) ve li Amedê di navbera rojên 28-29’ê Gulanê de 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd hat lidarxistin. Ji Kurdistan, Tirkiye û dîasporayê, gelek parlamenterên berê û yên nû tevlî konferansê bûn, gelek parlamengerên berê yên li diaspora û Rojava ku nikaribûn beşdar bibin, bi riya online beşdar bûn.
Mulkiye Bîrtane got ku parlamenterên jin di meha Gulanê de li ser rojevên bi vî rengî hatine ba hev û got: “Di pêvajoyên aştiyê û yekitiya neteweyî de rola jinan girîng.”
‘Jin di her pêvajoyê de rolên xwe dilîzin’
Mulkiye Bîrtane diyar kir ku Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd a du roj in didome, ji bo jin di pêvajoyên aştiyê de rolên xwe bilîzin û têkoşînê hevpar bikin girîng e û bi gotinên: “Di hemû pêvajoyê aştiyê de jin jixwe rolên xwe dilîzin. Em vê di mînakên li cîhanê de jî dibînin” û behsa têkoşîna Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê kir.
‘Di konferansê de li ser rol û misyona jinan nîqaş hatin kirin’
Mulkiye Bîrtane bal kişand ser girîngiya sernavên di konferansê de hatin nîqaşkirin û wiha domand: “Çar atolye hatin avakirin. Di van atolyeyan de, li ser tiştên ku divê ji bo ziman, çand, yekitiya neteweyî, jiyana demokratîk werin kirin nîqaş hatin kirin. Her wiha li ser mijara li dijî her cure cudakariya li dijî jinan divê çi were kirin, nîqaş hatin kirin. Min bi salan ji bo yekitiya neteweyî û civaka demokratîk xebat meşand lê ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê, demek ez ji xebatan dûr mam lê di pêvajoyeke wiha de ji bo em berpirsyariyên xwe bi cih bînin, çi ji me were em ê bikin. Divê em rola xwe bilîzin.”
‘Em şerê aştiyê dikin’
Mulkiye Bîrtane diyar kir ku ji bo aştiyê derî vebûye û got: “Pêvajoyek ku di Cotmeha 2024’an de hat destpêkirin heye. Daxuyaniya serokê MHP’ê birêz Devlet Baxçelî û piştî silavdayîna parlamenterên DEM Partî, banga ku birêz Ocalan kir, derî ji bo pêvajoyeke nû vebû. Pêvajoyek hêvî dide, di heman demê de em rûbirûyû desteka civakî ne. Şer bi tu awayî nade qezenckirin ev rastiyek e. Ji ber vê em hewl didin şerê aştiyê bikin. Yek ji xalên ku di konferansê de jinan bal kişandiye ser jî ev bû.”
Mulkiye Bîrtane bal kişand ser bandora pêvajoyên şer û pevçûnan li ser civakan û wiha got: “Aştî ne tiştek ewqas hêsan e. Jiholêrakirina neyêniyên ku ev sedsal in di civakê de hatine avakirina gelek zor e. Nêzikatiyeke neyênî di civakê de cih girtiye. Em dizanin ji bo vê xebatê demek dirêj pêwist e. Bi vî awayî aştî nayê. Ev ji bo yekitiyê jî derbasdar e. Ji ber ev gelê ku ji hev hatiye qutkirin û bi polîtîkayên dewletên cuda ji hav hatine dûrxistin, asîmîle bûye, li aliyê din ruhî û bedenê ji hev dûrketin e. Ji bo yekitiya neteweyî, ji bo ev qutbûn ji holê rabe divê destpêkê aştiya navxweyî were avakirin. Divê zimanê çapemeniyê li gorî ruhê pêvajoyê, çêker û piştevan be.”
‘Hatina ba hev a dayîkan’
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) malbatên leşkerên di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, malbatên windahiyan, malbatên kesên di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, qurbaniyên Komkujiya Roboskê û malbatên endamên PKK'ê di civîna bi sernavê 'Riya aştiyê: Bîr û edalet' de anîn ba hev. Di civînê de peyama dayika Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di 21'ê Mijdara 2004'an de hatî qetilkirin Makbûle Kaymaz û dayîka Eren Bulbul ku di sala 2017'an de di pevçûna navbera PKK'ê û leşkeran de jiyana xwe ji dest da, Ayşe Bulbul hate xwendin. Mulkiye Bîrtane anî ziman ku ev civîn gavek ku ji bo aştiyê hatiye avêtine û da zanîn ku aştî di konferansê de jî yek jî rojevên herî girîng bû û wiha domand: “Aştî ne tenê hevdîtina bi beşek û aliyekê re ye, rastiya ku êşa dayîkên leşkeran, dayîkên polîsan, dayîkên Kurd, dayîkên gerîlayan hîs kirine hevpar e. Hatina ba hev a dayîkan hêviyê dide. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan peyamek şandibû. Di van pêvajoyan de rola jinan, têkoşîna wan girîng e. Jixwe jinan pêvajo anîn vê xalê.”
‘Têkoşîna ku ji Kurdistanê belavî dinyayê bûye’
Mulkiye Bîrtane destnîşan kir ku jinan têkoşîna ‘azadiyê’ meşandine û hewl dane mêrê ku ji aliyê pergalê ve hatine kolekirin azad bikin û wiha got: “Li dinyayê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê axaftin. Meşek ber bi azadiyê ve heye. Em dibînin ku têkoşîna jinên Kurd ji bo tevgera jinên dinyayê bûye mînak. Jin di hişmendiya ku ev têkoşîn belavî dinyayê bûye de ne. Birêz Ocalan dibêje; ‘Heta jin azad nebin, civak azad nabe.’ Divê azadî bi mêr re çêbibe. Ji ber pirsgirêka me ya wek azadkirina mêr jî heye. Di vê jiyanê de beramberiya her tiştî heye. Di xwezayê de hemû zindî mêr û jin hene. Jin dê vê pêvajoyê jî bigrin ser milên xwe.”
‘Hê gelek tiştên bên kirin hene’
Mulkiye Bîrtane bi van gotinan axaftina xwe temam kir: “Jin rola xistina meriyetê ya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dilîzin lê ma xilas bûye? Na xilas nebûye. Ji ber hê gelek tiştên bên kirin hene. Di civakê de xirabûnên gelek cidî hene. Fuhûş heye, tacîz û tecawiza li hemberî jin û zarokan, tundî heye. Li aliyê din tundiya aborî heye. Şerek heye, yên ku şer bisekinînin jin in. Jinên Kurd di hişmendiya vê de ne, wê rola xwe bilîzin. Em ê têkoşînê bidomînin û ceribandinên xwe parve bikin. Em ê dersê ji kêm û kurtasiyên ku me di xebatên xwe yên berê de kirine derbixin, di xebatên nû de van ceribandinan parve bikin û piştgiriyê bidomînin.”