Roja yekem a Dadgeha Gel a Rojava bi dawî bû
Roja yekem a Dadgeha Gel a Rojava bi dawî bû ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên şer tê darizanindin. Delîlên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ji dadger re hatin pêşkêşkirin û dadgeh wê sibehî dewam bike.
Navenda Nûçeyan – Di rûniştinê de Parezer Îbrahîm Şêxo yê ji Efrînê zanîn û tecrûbeyên xwe anîn ziman. Şêxo diyar kir ku ew heya sala 2018’an ku dîroka dagirkirina Efrînê ye, li Efrînê jiyaye û piştre jî heya sala 2024’an li Şehbayê jiyaye. Îbrahîm Şêxo binpêkirinên mafan anîn ziman û got ku li Efrînê jin ji wan veşartî nêzîkî di 20 girtîgehan de bi hezaran welatiyên Kurd belasebeb tên rehîngirtin. Şêxo da zanîn ku li herêmê taciz, destdirêjî, kuştin, dizî, talan, bişaftin û her cure tundî pêk tên û bersiva pirsên lê hatin kirin, da.
Li Girê Spî û Serêkaniyê paqijiya etnîkî
Piştre Endamê Senatoya Spanyayê yê berê û Parêzerê Katalon Urko Azurtza sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Girê Spî û Serêkaniyê eşkere kirin.
Urko Azurtza diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan li Girê Spî û Serêkaniyê paqijiya etnîkî kiriye û di heman demê de mal û milkên welatiyên li herêmê desteser kirine. Azurtza piştre anî ziman ku kesên biyanî ji cih û warên kesên ku hatine koçberkirin hatine bicihkirin û demografiya herêmê hatiye guhertin.
Azurtza bi bîr xist ku dewleta Tirk di bin navê ‘’Operasyona Kaniya Aşitiyê’’ de herêm dagir kiriye û êrîşî welatiyên herêmê kiriye. Azurtza piştre diyar kir ku bi destûra hêzên navneteweyî ev dagirkirin dest pê kiriye û wiha got: ‘’Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) dewleta Tirk li vir bi bombeyan sivîl hedef girtine. Di van êrîşan de SMO jî weke amûrekê hate bikaranîn.’’
Azurtza, hemû sûcên têkildarî êrîşan yek bi yek anîn ziman.
Bikar anîna çekên kîmyewî
Azurtza delîlên têkildarî bikaranîna bombeya Fosfora Spî ya Qedexekirî pêşkêşî heyeta dadgehê kirin û got ku rojnameya Brîtanyayê bilaranîna Bombeya Fosforê belge kiriye û ev sûc di raporên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî de jî hatine belgekirin.
Azurtza piştre wêneyên êrîşên li dijî Serêkaniyê nîşan dan û anî ziman ku di wêneyê berbehs de bikaranîna Fosfora Spî tê xuyakirin.
Azurtza pişte diyar kir ku birîndarên li Serêkaniyê ji bo dermankirinê diçin Nexweşxaneya Til Temirê û li gorî bijîşkekî nexweşxaneyê nêzîkî 200 kes bi gazinda şewatê hatine nexweşxaneyê û got ku ew êrîş jî bi bombeyên qedexekirî hatine kirin. Azurtza piştre destnîşan kir ku welatiyên li herêmê jî dibêjin ku êrîşên dagirkirinê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî pêk hatine.
Gelên Suryanî û Ermen hatin koçberkirin
Azurtza piştre da zanîn ku ji ber derfetan delîl nehatine lêkolînkirin û got ku di hin delîlên ku ji Swîsreyê re hatine şandin de şopên bikaranîna fosforê hatine dîtin.
Her wiha Azurtza destnîşan kir ku Ermenî û Suryaniyên li herêmê jî hatine hedefgirtin û got ku tevahiya gelên Ermenî û Suryanî hatine koçberkirin. Azurtza piştre delîl û agahiyên têkildarî talankirina herêm pêşkêş kirin û got ku talana li Girê Spî û Serêkaniyê pêk hatiye, ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve jî hatine belgekirin û raporkirin û delîlên xwe parve kirin.
Binesaziya herêmê tên hedefgirtin
Piştre dadgerê ji Îtalyayê Ezo Menzione têkildarî êrîşên li ser çavkaniyên av û ceyranê axivî. Menzione da zanîn ku nabe çavkaniyên av û ceyranê bibin hedefeke leşkerî û diyar kir ku tesîsên xaz ûpetrolê yên li Swêdiyeyê gelek caran hatine hedefgirtin. Menzione bi bîr xist ku ev êrîşên bombebarankirinê ne tasadûfî ne têkildarî êrîşên li ser çavkaniyên av û ceyranê wêne parve kirin.
Menzione bal kişand ser êrîşên hewayî yên di 2’yê Mijdara 2022’yan de got ku tesîsa avê ya li Tebqayê tevahiya saetekê hatiye hedefgirtin û ev yek anîn ziman: ‘’Di haman rojê de êrîşa sêyemîn pêk hat. Ev yek jî nîşan dide ku ev tesîs bi zanebûnî hatiye hedefgirtin. Ez ê qala Tesîsa Avê ya Alokê jî bikim. Ev navenda ku avê dide Holê ji bo gelek navendan jî girîng e. Her wiha ev tesîs jî hate hedefgirtin.’’
‘Jiyana sîvîlan di xetereyê de ye’
Menzione bal kişand ser êrîşên li ser çavkaniyên sereke yên jiyanî û got: ‘’Dewleta Tirk li herêmê ji şerekî leşkerî wêdetir rasterast sivîlan û cih û warên wan hedef digire. Ev yek tên wateya binpêkirina peymanên navneteweyî.’’
Du rojnameger hatin qetilkirin
Piştre endamê Parlamentoya Katalan Ruben Wagensberg Ramon axivî û Ramon çavdêriyên xwe yên li herêmê parve kirin û anî ziman ku ew bi şahidên li herêmê re axivîye û di 19’ê Cotmeha 2022’yan de li Teqil-Beqilê qadên sivîlan hatine hedefgirtin û got: ‘’Kesên ji bo alikariya birîndaran ber bi herêmê ve çûne jî bi SIHA’yan hatine hedefgirtin. Her wiha rojnamevan jî tên hedefgirtin. Çend hefteyan beriya niha du rojnamevan bi SIHA’yan hatin qetilkirin.’’
Hedefgirtina navendên tendirustiyê
Piştre Hiqûqnasê Alman Heike Geisweid behsa êrîşên li dijî nexweşxaneyên herêmê kir. Heike Geisweid diyar kir ku navendên tenduristiyê û nexweşxane tên hedefgirtin û dewleta Tirk 3 caran êrîşên bejayî û herî kêm 200 carî jî êrîşên asîmanî pêk anîne.
Heike Geisweid destnîşan kir ku 26’ê Cotmeha 2023’an de Navenda Tenduristiyê ya Kobanê hatiye hedefgirtin û got hedefgirtina navenda diyalîzê nayê qebûlkirin. Heike Geisweid dîmenên hedefgirtina Navenda Tenduristiyê ya Miştenûrê jî parve kirin û bal kişand ser wê yekê ku li gor nexşeyê jî li herêmê tu navendên leşkerî nînin, loma ev nexweşxane bi qestî hatiye hedefgirtin.
Heike Geisweid, delîlên êrîşên dewleta Tirk ên li dijî nexweşxane û navendên tenduristiyê parve kirin û axaftina xwe bi dawî kir.
Qirkirina ekolojîk
Piştre Parêzer Declan Owens, li ser qirqirina ekolojîk pêşkêşiyek kir. Owens behsa darên ku li herêmê hatine birîn û anîne Tirkiyeyê kir û got daristanên li herêmê bi awayekî sîstematîk tên tunekirin. Owens her wiha diyar kir ku daristan bi bombebaranan jî tên hedefgirtin, darên fêkiyan tên rûxandin, berhem tên dizîn û wan dibin Tirkiyeyê.
Owens bi dîmenên fezayê talankirina daristanan piştrast kir. Owens destnîşan kir ku êrîşên li dijî çavkaniyên avê jî parçeyek ji qirqirina ekolojîk e û got ku daristan ji bo jiyana li herêmê çavkaniya jiyanê ne.
Roja yekemîn a dadgehê bi pirsên dadgeran bi dawî bû.